Rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan

Gelek rêxistinên jinan ên navneteweyî nerazîbûn nîşanî girtina buroya REPAK'ê ya li Hewlêrê dan. Rêxistinên jinan, ji ber van pêkanînên li dijî hiqûqê PDK şermezar kirin.

Ji Koordînasyona Ewropayê ya Konferansa Jinan a Cîhanê Monîka Gaertner-Engel diyar kir, ew weke pêkhateyên Elmanya yên konferansa Jinan a Cîhanê, zexta PDK'ê ya li buro û xebatên REPAK'ê tên kirin, şermezar dikin. Gaertner-Engel got, "Weke Koordînatora Ewropayê ya Konferansa Jinan a Cîhanê, dixwazim bi taybetî desteka xwe diyar bikim. Meral Çîçek û hevalên wê, weke Koordînatorên Rojhilata Navîn cihê xwe di nava Konferansa Jinan a Cîhanê de digirin. Di Adara 2016'an de tevlî 2. Konferansa Jinan a Cîhanê bûn û tevkarî li serketina konferansê kirin.

Ez dixwazim, hemû malzemeyên li buroyê hatine desteserkirin derhal bên radestkirin, buro demildest bê vekirin û hemû astengiyên li pêşiya karên REPAK'ê werin rakirin."

Çend ji rêxistinên nerazîbûn nîşanî serdegirtinê dan, ev in.

Tevgera Jinên Şoreşger Neteweyî ya Nepalê (ANWA-R):

"Weke Tevgera Jinên Şoreşger Neteweyî ya Nepalê, ji ber serdegirtina kêfî û pêşîgirtina li xebatên REPAK'ê, em matmayî man e. Hem matmayî ne, hem jî bi hêrs in. Jİ ber ku em dibînin; di sedsala 21'an de jî ji bo mafên herî biçûk ên demokratîk em neçar in têbikoşin.

Em vê êrîşa antî demokratîk û li derveyî hiqûqê ya li dijî REPAK'ê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin, xebatkarên derbajêr hatine kirin, derhal bên vegerandin û destûr ji karê wan re bê dayîn.

Em bang li xebatkarên REPAK'ê dikin, ku ji têkoşîna xwe venegerin. Ji dil em bi wan re ne."

Rahila Gupta – Rojnamevan:

"Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re;

Ez rojnamevanek li Îngilîstanê dixebitim e. Di meha Adarê de, di ser Hewlêrê re çûm serdana Rojava û min ji bo CNN, New Internationalist û openDemocracy li ser rewşa li wir gelek nivîs nivîsand.

Ez, serdegirtina li ofîsa REPAK'ê şermezar dikim. Di dema serdegirtinê de, tevî seroka saziyê nasname û telefonên xebatkaran hatin desteserkirin. Hêzên asayîşê yên çekdar, tevî ku ti sedem ji serdegirtinê re nîşan nedan, destûra lêgerînê jî nîşan nedan. Navenda REPAK'ê hat girtin û xebatkarên wê bi zorê ji bajêr hatin derxistin. Ji wan re hat gotin, ku wê nikaribin careke din vegerin bajêr.

Hikûmeteke demokratîk bi vî rengî tevnagere. Li hemberî rêxistineke mafên mirovan ku tevkariyê li doza Kurd dike û divê ji aliyê hikûmeta Kurd ve were silavkirin, nabe ku rêbazeke bi vî rengî bê bikaranîn. Ev yek mirovan matmayî dihêle.

Li bendê me ku rayedar li ser mijarê daxuyaniyê bidin û derhal dest ji van polîtîkayên li dijî REPAK'ê berdin."

Mezintirîn Tevgera Jinê ya Fîlîpîniyan GABRIELA: "Weke GABRIELA em piştgiriya xwe radigihînin û êrîşa li hemberî REPAK'ê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş di heman demê de li hemberî pêvajoya demokratîk a hevpar hatiye kirin. Lê belê em dizanin, ev êrîş wê li pêşiya REPAK'ê û têkoşîna ji bo mafên gelê Kurd nebe asteng."

Menû Nîlûkshîka – Koordînatora Asyayê ya Konferansa Jinan a Cîhanê: "Li ser navê jinên Srî Lankî dixwazim piştgiriya xwe ji bo REPAK'ê eşkere bikim. Serdegirtina li buroya REPAK'ê û derxistina xebatkarên wê ji nava bajêr em êşand û di heman demê de em bi hêrs kir."