Malbatê li Meydana Galatasarayê îmze da hev û belavok belav kir. Malbatê xwest bersûc Abdullah Melîh Bariş bi cezayê herî giran were cezakirin.
Xwişk û birayên Nûrcan Gulcan Arslan û Mûrat Arslan beriya rûniştina dozê ji ANF'ê re axivî û xwestin, di rûniştina dozê de biryara di doza Ozgecan Aslan de hat dayîn bibe mînak. Gulcan û Mûrat Aslan, ji bo qetilkirina jinan bi dawî bibe, bang li her kesî kirin ku tevlî rûniştinê bibin.
Nûrcan Arslan bi tenê yek ji jinên li Tirkiyeyê bi şîdeta mêr hatine qetilkirin e. Arslan a 39 salî, di 30'ê Çileya 2016'an de li taxa Atakent a Kuçukçekmece ya Stenbolê, ji ber ku daxwaza hevaltiyê qebûl nekir ji aliyê Abdullah Melîh Bariş ê zewicî û bavê sê zarokan ve bi 10 fîşekan hat qetilkirin.
Rûniştina destpêkê ya li ser vê cînayetê wê di 16'ê Hezîranê aset di 13:00 de li Edliyeya Bakirkoyê pêk were. Beriya rûniştina dozê malbatê li Meydana Galatasarayê îmze da hev û pankart bi nivîsa "Duh Ozcang, îro Nûrcan, sibe wê kîjan can be?" ya bi wêneyên Nûrcan Arslan vekir.
'KUŞTINA JINAN ÊDÎ BÛYE TIŞTEKÎ JI RÊZÊ'
Xwişka Nûrcan Arslan Gulcan Arslan dixwest, kujer bi cezayê herî giran were cezakirin. Arslan bal kişand ser zor û zehmetiya jiyana li vî welatî, ku her roj jin tên qetilkirin û got, "Li welatê me, kuştina jinan êdî bûye tiştekî ji rêzê. Em her roj ji nûçeyan dibihîzin ku jinek ji aliyê hevser, hevalê wê yê berê yan jî mîna xwişka min a mezin ji aliyê zilmanekî ve hatiye kuştin. Ev yek min ditirsîne. Beriya çend rojan li Yenîbosnayê, dema me li dijî kuştina jinan îmze didan hev, jineke xwest îmzeyê bavêje li pêş çavên me jia liyê hevserê xwe ve hat tehdîtkirin. Mixabin rewş bi vî rengî ye."
Arslan, ji bo dawî li kuştina jinan were bang li hemû jinan kir ku roja Pêncşemê saet di 13:30 de li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê tevlî rûniştina destpêkê ya doza qetilkirina xwişka wê Nûrcan Arslan bibin.
'EV PIRSGIRÊKEKE SÎSTEMÊ YE'
Mûrat Arslan jî keça xwe ya biçûk bi xwe re anî û xwest, bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin. Arslan bibîr xist, cezayên sûcên kuştina jinê û destavêtinê tên kêmkirin û got, "Em naxwazin vê carê bê kêmkirin û dixwazin biryar di doza Ozgecan Aslan de hat dayîn, di vê dozê de jî bibe mînak. Xuya ye bersûc, ji bo cezayê wî bê kêmkirin wê her tiştî bike. Lê me dixwazin cezayê wî neyê kêmkirin."
Mûrat Arslan qetilkirina jinan, şîdeta li hemberî jinan pirsgirêkek sîstemê ye û û bang li mêran kir ku bes şîdetê li jinan bike. Arslan got, "Jin mîna we mirov in."