Mûnzûr: Em bi xurtî tevlî Festîvala Zîlan bibin
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo 12. Festîvala Jinê ya Zîlan amadekariyan dikin. Festîval wê di 18'ê Hezîranê de li bajar Elmanya Dortmûndê li Revîerpark Wîschlîngenê bê lidarxistin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo 12. Festîvala Jinê ya Zîlan amadekariyan dikin. Festîval wê di 18'ê Hezîranê de li bajar Elmanya Dortmûndê li Revîerpark Wîschlîngenê bê lidarxistin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo 12. Festîvala Jinê ya Zîlan amadekariyan dikin. Festîval wê di 18'ê Hezîranê de li bajar Elmanya Dortmûndê li Revîerpark Wîschlîngenê bê lidarxistin.
Endama Komîteya Amadekar a Festîval Nûpel Mûnzûr, li ser xebatên festîvalê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, 12. Festîvala Zîlan wê bi dirûşma "Em li qadên xweseriya demokratîk têkoşîna azadiyê mezin bikin" were lidarxistin.
Mûnzûr da xuyakirin, ku ev 5 meh in amadekarî ji bo festîvalê tên kirin û niha bi tenê amadekariyên teknîkî man e.
WÊ 3 PANEL BÊN LIDARXISTIN
Mûnzûr da zanîn, di bernameya festîvalê de 3 panel jî cih digirin û mijara yek ji van panelan Jineolojî ye.
Mûnzûr ragihand, mijara panela duyemîn jî 'xweparastin' e û got, "Xweparastin ji Kobanê heta Şengalê, heta Bakurê Kurdistanê parastina ku îro tê kirin e. Li her cihê jin lê heye, divê xwerêveberî, xweparastin hebe. Em ê di panela duyemîn de vê mijarê binirxînin."
Mûnzûr destnîşan kir, ku di panela sêyemîn de jî wê rewşa jinan ên ciwan bên nirxandin. Mûnzûr diyar kir, jinên ciwan bi rengekî çalak tevlî şoreşê bûne û got, "Jin ên ciwan xwe bi rêxistin dikin, ji sîstemên cuda xwe qut dikin û di nava refên têkoşînê de cih digirin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û cihê xwe di nava rêxistinbûyînê de digirin. Mijara yek ji panelên me jî ev e û pirsgirêkên ciwanan ên li Ewropayê ye."
JI BO ZAROKAN QADÊN ŞAHIYÊ YÊN TAYBET
Endama Komîteya Amadekar Nûpel Mûnzûr anî ziman, ku wan ji bo zarokan jî cihên taybet ên şahiyê amade kirine û diyar kir, ji xwarinê, heta pêşbirkê û boyaxkirina rûyan, gelek çalakî ji bo zarokan hatine amadekirin.
KONÊ ÇANDÊ
Mûnzûr ragihand, tevî dika bingehîn wê jin karibin li dikên din ên li qada festîvalê, hunera xwe nîşan bidin û got, "Wê konê dengbêjan, konê çandê, konên ku jin lê bistirên hebin."
Mûnzûr da xuyakirin, ku komên jinan ên cuda jî wê standên xwe vekin, xwarinê, berhemên hunera destan ên jinan pêşkêş bikin û got, "Em ê gelek tiştan bi rengê jinan bikin."
'EM LI BENDA TEVLÎBÛNEKE XURT IN'
Mûnzûr diyar kir, ji bo festîvala îsal meclîsên jinan, komun û însiyatîfên jinan amadekarî kirine û got, "Hemû saziyên jinan destekê didin." Mûnzûr anî ziman, ku ew li benda tevlîbûneke xurt a ji komên baweriyan û rengên ji neteweyên cuda ne.