MJÊ: Cîhan wê heta kengî şewitandina jinên Êzidî ji nedîtî ve bê?

Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) der barê bêdengiya welatên Cîhanê bi taybetî çapemeniya Ewropa ya li pêşberî şewitandina 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) der barê bêdengiya welatên Cîhanê bi taybetî çapemeniya Ewropa ya li pêşberî şewitandina 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Seroka Meclîsê Xezal Yalçin ve hat dayîn de hat gotin, "Di sedsala 21'an de şewitandina jinan hest û wijdanê mirovan dêşîne. Cihê vê yekê di ti exlaqê de nîne."

Yalçin pirsa "Ev bêdengî, ev bêedaletiya cîhanê wê heta kengî dewam bike?" kir û da zanîn, bêdengiya li hemberî hovîtiyeke bi vî rengî tê wateya şirîkatiya vê komkujiyê.

Xezal Yalçin bang li mirovên demokrat û bi taybetî çapemeniya Ewropayê kir, ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin û dengê xwe tevlî dengê wan bikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, beriya niha bi çend rojan çeteyên DAIŞ'ê 19 jinên Êzidî yên ji Şengalê revandibûn, di qefeseke hesin de şewitandibûn û bi hovane ew qetil kiribûn.