Yuksekdag: Jin hepskirinê red dikin
Yuksekdag, bertek nîşanî Erdogan ê ku heqaret li jinan kir da û got: “ Em wek jin li dijî hişmendiya Erdogan a bîatkirinê ne. Jinan ji zû ve hepskirin red kirine.”
Yuksekdag, bertek nîşanî Erdogan ê ku heqaret li jinan kir da û got: “ Em wek jin li dijî hişmendiya Erdogan a bîatkirinê ne. Jinan ji zû ve hepskirin red kirine.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, beriya civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî pirsên rojnamevanan bersivand.
Yuksekdag li ser pirsa têkildarî gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan “ Jin nebe dayik, nîv jin e” diyar kir ku fikrên jinan tenê di aliyê dayikbûnê de girtina dest ‘Bi serê xwe fikrekî çaryekî ye.” Yuksekdag wiha got: “ Ev gotinên feraseta ku civak, siyaset, jiyanê tenê dispêre mêran e. Em di wê zanabûnê de ne ku jinê cihê xwe di civakê û siyasetê de girtiye. Fikrên çaryek ên weke Erdogan, hişmendiyên wan ên ku pêknehatine, temam nebûne encaq dema jin di nava civak û siyasetê de cih bigirin mimkûn dibe.”
‘CIVAKEK Û WELATEK BÊ JIN NÎVCO YE’
Yuksekdag wiha anî ziman: “Li gorî min ev gotin hezmnekirina pêşketina jinan a di nava civakê û siyasetê ye. Berovajî vê divê jin di nava siyaset û jiyanê de di roleke rêvebirinê de bin. Tayyîp Erdogan dixwaze jinan di nava malan de heps bike, lê jinan ji zû ve hepskirin red kirine. Êdî jin li qadên azad in, di ekonomiyê de, dibistan û akademiyan de her ku diçin bi hêz dibin. Vê vedigerînin qadên civakî yên azad. Heta ku jin li kolanan bin; heta ku di nav siyaset û ekonomiyê de bin, wê civak pêş bikeve. Dema ku jin ji kolanan dûr ket, ji jiyanê bê girtin û hepsî malê bê kirin, wê demê ew welat û civak nîvco dimîne. Em weke jin, li dijî hişmendiya Erdogan a bîatkirinê ne.”