Li Sûrê jin li dora 'sifreya kuçeyê' gihan hev

Jinên navçeya Sûrê li dora sifreya kuçeyê li hev civiyan. Di kombÛna li kolana Mûzeyê de jinan xwarinên berê li malên xwe amade kiribûn bi xwe re anîn kolanê û sifreyeke mezin raxistin da ku fitara xwe bi hevre vekin.

Jinên navçeya Sûrê li dora sifreya kuçeyê li hev civiyan. Jinên Sûrê li taxa mizgefta mezin a li kolana Mûzeyê li hev civiyan, xwarinên ku berê li malên xwe amade kiribûn bi xwe re anîn kolanê û sifreyeke mezin raxistin da ku fitara xwe bi hevre vekin. 

Ev fitar bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad KJA û bi tevlîbûna parlamentera HDP ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevseroka DBP ya bajarê Amedê Hafize Îpek, Alîkara Hevşaredarên Sûrê Naşîde Bûlûttekîn Can, xebatkarên jin ên şaredariya Sûrê û jinên taxê pêk hat. 

Çaglar Demîrel li dora vê sifreyê axivî û diyar kir, li hev kombûneke wiha di meha Remezanê de ji bo hevkarî û çanda parvekirinê û bi taybetî ji bo jinên Sûrê gelekî girîng e.

Demîrel anî ziman, ev sifreya kuçê cara yekemîn e li vî bajarî bi boneya meha Remezanê tê vekirin û ew hêvîdarin gelek carên din û munasebetên cuda her dem jin werin ba hev û çalakiyên wiha lidar bixin.  

Demîrel di dawiya axaftina xwe de got, "Roj roja xwedîdeketin û hevkariyê ye. Divê di rojên pêşiya me de jî em bi her awayî kuçeyên Sûrê ji nû ve geş bikin. Divê em ne tenê êş û azarên xwe lê rêyên çareseriyê û sifreyên xwe bi hev re parvebikin. Bi çalakiyên wiha bêtir ruhê hevkarî û parvekirinê bi hev re li pêş dikeve. Her wiha ev xebata ku bi pêşengiya KJA'yê pêk hat divê bibe destpêkek ji bo hemû saziyên me. Ne tenê sazî, lê bibe mînak ji bo ruhê parvekirinê ji bo her kesê ku li vî bajarî dijî."

...