'Dema desthilatdariya AKP'ê dema mezinbûna çanda destavêtinê ye'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Erzûrûm da xuyakirin, ku di dema desthilatdariya AKP'ê de çanda destavêtinê ya serdestiya mêr, derketiye asta herî bilind.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Erzûrûm da xuyakirin, ku di dema desthilatdariya AKP'ê de çanda destavêtinê ya serdestiya mêr, derketiye asta herî bilind.

Erzûrûm di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, AKP/Erdogan di oxira desthilatdariya xwe de hemû rêbazên şerê psîkolojîk û taybet xistiye dewrê û anî ziman, dema tengav dibe jinê weke çekekê bi kar tîne.

Erzûrûm diyar kir, AKP/Erdogan hewl dide vîn û rûmeta jinê bişikîne û got, "Gotina 'Divê her jin sê zarokan bîne dinyayê û nîjadê me mezin bibe' ku di her firsendê de bilêv dike, rewakirina çanda destavêtinê û koledariya li hemberî jinê ye. Mejiyê baviksalariyê yê bi hezaran salan li dijî jinê hat meşandin, îro di şexsê R. T. Erdogan de qat bi qat zêde bûye. Ji dema destpêkirina desthilatdariya AKP'ê, bi taybetî desthilatdariya Erdogan û vir ve, şîdeta li dijî jinê derketiye asteke tirsnak. Her roj îşkence, cînayet, şîdet li dijî civakê, bi taybetî li hemberî jinê tên kirin. Li pişt van hemûyan desthilatdariya AKP/Erdogan heye."

ERDOGAN NIKARE XWE LI JINÊN BERXWEDÊR RAGIRE'

Erzûrûm da zanîn, Erdogan hewl dide civake bi şer û şîdetê bi rê ve bibe, bi vî rengî civakê terbiye bike û got, "Ji xwe şîdetê dike û herî zêde jin û zarok dibin qurbanê vê şîdetê. Zîhniyeta bêperwa ya Erdogan a li dijî jinê roj bi roj zelaltir dibe. Erdogan nikare xwe li xurtbûn, rêxistinbûyîn û vîna jinê rabigire. Jinên Kurd bi taybetî li dijî Erdogan radibin. Tevî hemû zext, gef, şîdet û îşkenceyê jî jinên Kurd teslîm nabin. AKP/Erdogan jî nikare xwe li vê berxwedêriya jinên Kurd rabigire."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Erzûrûm ragihand, Erdogan bi bikaranîna bedena jinê siyasetê dike, hewl dide civakê bike pîrek û teslîm bigire.

DEMA DESTHILATDARIYA ERDOGAN/AKP'Ê, DEMA ÇANDA DESTAVÊTINÊ YE

Erzûrûm destnîşan kir, ku dema desthilatdariya AKP'ê tê wateya dema çanda destavêtinê û got, "Erdogan bi rêya qanûnan, çanda destavêtinê rewa kiriye. Jinên bûne mexdûrê destavêtinê nayên parastin. Berevajî, yên dest avêtine tên parastin. Yên ku şîdet û destavêtina li hemberî jinê rewa dibîne û ditirse serdestiya xwe ya mêr wê ji dest biçe, ji aliyekî ve jî li pêşberî jinê xwe zane nîşan dide."

AKP/ERDOGAN POLÎTÎKAYA XWE YA LI HEMBERÎ ZAROK Û CIWANAN BI MEJIYÊ DESTAVÊTINÊ DIMEŞÎNE

Erzûrum bal kişand ser bûyerên destdirêjî û destavêtina li zarokan, ku di dema dawî de gelekî zêde bûn û got, "Çanda destavêtinê bi gelek şêweyan tên bicihanîn. Desthilatdariya AKP/Erdogan bi heman mejî polîtîkaya xwe ya li hemberî zarok û ciwanan dimeşîne. Ji aliyekî ve fetwa 'gelek zarokan bînin dinyayê' dide, li aliyê din jî zarokên Kurd qetil dike, davêje binê zîndanan. Ev nakokiyeke dijwar e. Ev yek xweranegirtin, kîn û hêrsa Erdogan a li hemberî Kurdan radixe pêş çavan. Di binê van polîtîkayên bêrehm û êrîşkar de, tirsa wî ya ji zarok û ciwanên Kurd heye."

LI DIBISTANAN, NIFŞEKÎ NÛ YÊ KOLE Û SERÎ DITEWÎNE, TÊ AMADEKIRIN

Erzûrûm bal kişand ser sîstema perwerdeyê ya desthilatdariya AKP/Erdogan û got, "Sîstem û projeyeke perwerdeyê ya AKP/Erdogan a xizmetê ji civakê re dike û rêbazeke rast a jiyanê dide ciwanan, nîne. Bi giranî projeyên perwerdeyê yên xizmetê ji dewletê, ji desthilatdariyê bi taybetî xizmetê ji berjewendiyên Erdogan re dikin, tên amadekirin. Di vê sîstema perwerdeyê de mejî û derûniya zarok û ciwanan tên têkbirin, rûmet û baweriya wan a ji xwe tên şikandin, bi vî rengî nifşekî nû yê bûye kole, serî ditewîne û xizmetê ji desthilatdariya Erdogan re dike, tê amadekirin. Bi vê sîstemê ve berê zarok û ciwanan didin fûhûş, dizî û kuştinê. Çandeke dejenerebûyî datînin pêşiya wan."

LI DIJÎ ÇANDA DESTAVÊTINÊ, ÇANDA JIYANA AZAD, WEKHEV Û DEMOKRATÎK

Erzûrûm di dawiya axaftina xwe de bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin û ciwan weke hêza pêşeng a avakirina neteweya demokratîk destnîşan kiriye.

Erzûrûm diyar kir, divê ew sîstema xwe ava bikin û got, "Li dijî çanda destavêtinê ya AKP/Erdogan, em çanda jiyana azad, wekhev û demokratîk a Rêber Apo ava bikin û dawî li şer û şîdetê bînin."