Biryarên 3. kongreya TJK-E
TJK-E encamên 3. kongreya xwe ya di navbera 24-27'ê Gulanê de lidar xist, eşkere kir. Di kongreya ku diyarî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin de hin rêze biryar hatin standin.
TJK-E encamên 3. kongreya xwe ya di navbera 24-27'ê Gulanê de lidar xist, eşkere kir. Di kongreya ku diyarî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin de hin rêze biryar hatin standin.
TJK-E encamên 3. kongreya xwe ya di navbera 24-27'ê Gulanê de lidar xist, eşkere kir. Di kongreya ku diyarî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin de hin rêze biryar hatin standin.
Di encamnameyê de hat ragihandin, 3. kongreya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi şiyara "Bi Rêberê Azad ber bi berxwedana demokratîk ve" bi beşdariya 130 delegeyan di navbera 24-27'ê Gulana 2016'an de bi awayekî serketî hatiye lidarxistin.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku weke jinên rêxistinbûyî yên li Ewropayê dijîn biryar hatiye dayîn, li qada navneteweyî têkoşîneke bênavbera û rêxistinbûyî bê meşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, karê salekê yê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hatine nirxandin, biryarên girîng hatine standin û plansazî hatiye amadekirin.
Di dawiya kongreyê de Desteya Rêveber a ji 33 kesan û Desteya Kontrolê ya ji 3 kesan hatin hilbijartin.
Li gorî encamnameya hat eşkerekirin, çend ji biryarên hatine girtin bi vî rengî ne:
"Di hemû xebatên meclîs, komun û însiyatîfan de wê ruhê berxwedanê yê Sêvê, Pakîze, Asya, Mehmet Tûnç û Fatmayan esas were girtin,
Kampanya 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin' bi çalakiyên encamgir were dewlemend û herdemîkirin,
Têkoşîna ji bo eşkerekirin û darizandina kiryarên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ku sê jinên şoreşger ên Kurd lê hatin qetilkirin, wê were mezinkirin,
Di çarçoveya xebatên avakirina neteweya demokratîk a bi jina azad re, wê di nava salekê de bi şiyara 'Bila jinek bi tenê jî bêrêxistinî nebe' wê li hemû qadan rêxistinbûyîn were avakirin, li cihên rêxistinbûyîn qels e wê meclîs, komun û însiyatîf werin xurtkirin,
Li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk, wê bi jinên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Bellûcî, Ereb, Turk, Laz hwd. re platform werin avakirin û li ser vê bingehê têkoşîna jinê ya demokratîk a global bê meşandin,
Ji Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi hezaran mirovên me koçî welatên Ewropayê kirine. Li dijî polîtîkayên penaberkirinê yên modernîteya kapîtalîst, wê têkoşîn bê mezinkirin,
Kampanya 'Ji qirkirina jinê re na! Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye' ya bi saziyên tevgerên jinan û Meclîsa Jinên Êzidî hatiye destpêkirin, wê bê xurtkirin,
Ji bo jinên şîdet li wan tê kirin, bi rêya meclîs û saziyên jinan wê derfetên destekkirinê li herêman werin afirandin, di vê mijarê de perwerde û semîner werin xurtkirin û ji bo çareseriya serlêdanan proje werin afirandin,
Ji bo rakirina qelen, berdêl, zewicandina bi darê zorê, zewicandina di emrê zarokatiyê de, zor, şîdet, fûhûş û çanda destavêtinê, wê xebatên hişyarkirin û zanekirinê bên meşandin, çalakî werin lidarxistin û kampanya bên birêvebirin,
Sîstema hevserokatiyê weke xurtkirina azadî û vîna rêxistinbûyîna jinê tê nirxandin, lewma wê bê xurtkirin,
Ji bo Jineolojî bi jinên koçber û Ewropî re were nasandin, konferans û semîner bên lidarxistin."