KJK: Divê jin xwedî li REPAK’ê derkevin
KJK’ê girtina REPAK’ê ya ji aliyê PDK’ê şermezar kir, got: “Em van polîtîkayên antî-demokratîk ên li dijî jinê şermezar dikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwedî li REPAK’ê derkevin.”
KJK’ê girtina REPAK’ê ya ji aliyê PDK’ê şermezar kir, got: “Em van polîtîkayên antî-demokratîk ên li dijî jinê şermezar dikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwedî li REPAK’ê derkevin.”
Koordînasyona KJK’ê têkîldarî girtina REPAK’ê ya ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek nivîskî weşand.
KJK’ê bal kişand ku xebatên jinê yên li Kurdistanê, rehê esasî yê azadkirina civaka Kurd e, got: “Bê ka daxwazên demokrasî, mafên mirovan pêk tên an na, bi nêzîkatiya li beramberî xebatên jinê tên fêmkirin. Wek jin, em bawer dikin ku heta têkoşîna azadiya netewî bi karaktera azadiya jinê û azadixwaziya civakî ve bibe yek wê serkeftî bibe. Xeyalên tevahî şehîdên ku li her parçeyê Kurdistanê li dijî mêtingeriyê têkoşiyan, civakek azadîxwaz, demokratîk û wekhev e. Ji bo pêkanîna vê jî civakak azad a li ser esasê azadiya jinê şêwe digire pêwîst e.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em li Başûrê Kurdistanê di pêkanîn û nêzîkatiyên PDK’ê de vê nabînin” û wiha dom kir: “Herî dawî 5’ê Hezîrana 2016’an buroya REPAK’ê ya li Hewlêrê hate girtin, xebatkarên wê bi zorê derxistin derveyî Hewlêrê û bi vê jî careke din bi awayekî şênber ev nêzîkatiya derket holê. Pêwîst e êdî PDK’e ev polîtîka û pêkanînên xwe yên antî-demokratîk, zextker, nahele jin tevlî qadên jiyanê bibin, dike kole bi dawî bike. Heta PDK’e ji demokrasî, azadiya fikir, rexneyan re vekirî nebe, di serî de gelê mey ê li Başûrê Kurdistanê, dest jê ber de ji daxwaz û bendewariyên gelê Kurd ên azadî, edalet, wekheviyê re bibe bersiv, bi van pêkanînên xwe yên antî-demokratîk ve wê hêrs û nerazîbûnên civak, jin, ciwanan bikşîne xwe. Çavkaniya esasî ya krîzên aborî, siyasî yên li Başûrê Kurdistanê jî ev polîtîkayên ku ji demokrasî, azadiyan re girtî ne. Ev polîtîka, nêzîkatî û ferasetên zextker, antî-demokratîk, pirsgirêkan çareser nake, berevajî hê kûrtir dike û dike girêk.”
Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir:
“Li ser vî esasî em van pêkanînên antî-demokratîk-zextker ên ku PDK li ser saziyên jin, xebatkarên jin, rojnamevanên jin, dayikan pêş dixe şermezar dikin û bang lê dikin ku demildest dest ji van polîtîkayan berde. Ti carî nayê qebûlkirin ku PDK’e saziyên jinan bigire, xebatkarên ragihandina jin, dayikan, jinên têkoşîna azadiyê dimeşîne bigire, di lêpirsînê re derbas bike, heqaretan li wan bike. Ev helwest û pêkanîn qasî ku têkoşîn û yekîtiya neteweyî xurt nake, her wiha xizmetê ji parçebûnê re dike.
Em wek KJK, van polîtîkayên antîdemokratîk-zextker ên li dijî jinê şermezar dikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwedî li REPAK’ê derkevin.
Li tevahî parçeyên Kurdistanê, wê xebatên me yên li ser esasê nêrîna jinê û bi armanca avakirina jiyanek azad û wekhev bi tevahî leza xwe bidome. Têkoşîna me ya azadiya jinê, li tevahî parçeyên Kurdistanê di pêşengiya şehîdên me yên jin de wê li ser esasê fikr û keda jinê hê mezintir û kûrtir bibe. Çirûskên azadiya jinê ya bi têkoşîna me ya jinê ya li Kurdistanê, ku li ser esasê demokrasî, wekhevî û azadiyê ye, wê mezin bibe û tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ronî bike.”