'Bedena jinê amûrek li ber destê desthilatdaran nîne'

Gerîlayên jin ên endamên Akademiya Jineolojiyê nerazîbûn nîşanî Serokomarê Tirk Erdogan dan, ku gotibû 'Jina zarokan nîne dinyayê, nîvco ye'. Gerîlayan destnîşan kirin, ku bedena jinê ne ya ji aliyê desthilatdaran ve bê bikaranîn e.

Gerîlayên jin ên endamên Akademiya Jineolojiyê nerazîbûn nîşanî Serokomarê Tirk Erdogan dan, ku gotibû 'Jina zarokan nîne dinyayê, nîvco ye'. Gerîlayan destnîşan kirin, ku bedena jinê ne ya ji aliyê desthilatdaran ve bê bikaranîn e. Endamên akademiya dawî ya Jineolojiyê, mijar ji ANF'ê re nirxandin.

EV GOTIN, KIRASÊ DESTHILATDARIYA HEYÎ LI JINÊ DIKE YE

Endama Akademiya Jineolojiyê Nûrhak Gulbahar da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê heta niha ti desthilatdaran bi qasî AKP û Erdogan têkildarî jinê û bedena jinê ewqas nirxandin nekirine û diyar kir, ji roja desthilatdariyê û vir ve AKP bi cihê jinê yê li qada cemaweriyê, hejmara zarokên bîne dinyayê, nêzîkatî û şekil û şemalê jinê re mijûl dibe. Gulbahar destnîşan kir, ku gotina "Jina zarokan çêneke, nîvco ye" kirasê ku desthilatdariya heyî li jinê dike ye.

Gulbahar da zanîn, Erdogan bi vê gotina xwe bi tenê nava malê weke qada jiyanê ya jinê dibîne û destnîşan kir, girîng e jin van gotinên Erdogan bi rengekî cidî binirxînin û bi rêxistinbûyîneke xurt li dij derkevin.

Gerîla Gulbahar da xuyakirin, ku ev gotinên serkêşê desthilatdariyekê, wê ji her alî ve jinê dorpêç bike û bal kişand ser pêkanînên pratîkî yên li qada civakî. Gulbahar bibîr xist, zêdebûna nifûsê ji bo dewamiya desthilatdariya heyî pêwîstiyek e, lê di heman demê de sedema herî mezin a gelek pirsgirêkên heyî yên li cîhanê ye.

Gerîla Nûrhak Gulbahar ragihand, sîstem nifşekî pirsê nake, serî ditewîne û bîatê dike dixwaze û got, "Li dayikên nifşên bi vî rengî, ev yek tê ferzkirin." Gulbahar da zanîn, li dijî vê yekê meşandina têkoşîna rêxistinbûyî esas e û diyar kir, divê zîhniyeta desthilatdariyê ya bi hezaran salan destê xwe ji bedena jinê nekişandiye, baş were fêmkirin. Gulbahar got, "Pêwîste li her qada civakê ev zîhniyeta li dijî jinê bê deşîfrekirin û rêxistinbûyîna jinê were afirandin. Bedena jinê ne amûreke li ber destê nêzîkatiya bîrdozî ya nêrza û ne amûreke li ber destê desthilatdaran e."

GELEK ZAROK TÊ WATEYA, HÊZA ERZAN A KAR, HÎN BÊHTIR LEŞKER Û HÎN BÊHTIR FAŞÎZM

Ji endamên Akademiya Jineolojiyê Armanc Sarya bibîr xist, ku Erdogan li merasîma vekirina şaxê Komeleyeke Jinê û Demokrasiyê ev axaftin kiriye û anî ziman, axaftina kesekî ji mirina bi hezaran jin û zarokan berpirsyar e li vekirina komeleyeke jinê, rewşeke tirnak û paradoks e.

Sarya da xuyakirin, divê Erdogan ne weke şexsekî bê dîtin, week nûnerê zîhniyeteke ku hurmeta xwe ji mirovahiyê re nîne were dîtin û got, "Ji bo vê zîhniyetê jinbûyîn qet ne girîng e. "Sarya polîtîkaya AKP'ê ya têkildarî jin û civakê weke polîtîkayeke faşîst a netewe-dewletê pênase kir û got, "Gotina 'bila jin sê zarokan ji dayik bikin', gotineke faşîzan e. Biryar a jinê bi xwe ye, ku çend zarokan bîne dinyayê. Dikare qet zarokan jî nîne dinyayê. Bixwaze dikare gelekan jî bîne dinyayê."

Sarya bal kişand ser pêwendiya mejiyê netewe dewlet ê li ser anîna dinyayê ya gelek zarokan bi polîtîkaya demografiyê ve û got, "Dewlet bi xwe hewl dide giraniyê bide ser  nifûsa cîhanê. Sedema vê jî ne tenê aborî û polîtîka ye; gelek zarok di heman demê de tê wateya mezinbûna neteweyê. Tê wateya zêdebûna hêza erzan a kar, zêdebûna leşkeran, zêdebûna karmendan, zêdebûna oldaran û dijwarbûna faşîzmê."

XWEPARASTINA JINÊ YA LI DIJÎ VAN POLÎTÎKAYAN

Gerîla Sarya diyar kir, divê ev polîtîkayên AKP'ê ji her alî ve li her deverê bên teşhîrkirin û da zanîn, hin çalakiyên tevgerên jinan ên di vî warî de tên lidarxistin hene, lê têrê nakin.

Sarya polîtîkayên AKP'ê weke polîtîkayeke 'bê xweparastin hiştina jinê" pênase kir û destnîşan kir, ku ya divê tevgerên jinan bikin, afirandina xweparastina jinê ye.

...