Courage ji bo REPAK'ê banga piştgiriyê kir
Yekîtiya Jinê Courage ku li zêdeyî 50 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye, girtina ofîsa REPAK'ê ya li Hewlêrê şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Courage de hat gotin, "Roja 5'ê Hezîrana 2016'an, hêzên ewlekariyê yên ser bi Rêveberiya Kurd a Herêmî avêtin ser buroya Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd a Hewlêrê, Meral Çîçek jî di nav de hemû xebatkarên navendê derxistine derveyî bajêr."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Çîçek Koordînatora Herêma Rojhilata Navîn a Konferansa Jinê ya Cîhanê ye û tevî 2 hevalên xwe yên xebatê nikarin bikevin nava bajarê Hewlêrê.
BANGA PIŞTGIRIYÊ LI TEVGERA JINÊ YA CÎHANÊ HAT KIRIN
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ev nêzîkatiyên qirêj, êrîşa li hemberî tevgera jinên Kurd, têkoşîna REPAK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê, êrîşa li dijî têkoşîna ji bo rizgariya jinê ye. Hewl tê dayîn pêşî li hevgirtina jinan a li derveyî sînorên bawerî û dewletan bê girtin. REPAK wê paş de gavê navêje û di vî warî de pêwîstî bi piştgiriya tevgera jinê ya cîhanê heye.
Weke Yekîtiya Jinê Courage em vê nêzîkatiya tirsnak û antî demokratîk a li hemberî hevalên xwe yên Kurd protesto dikin. Em vê nêzîkatiyê bi ti awayî qebûl nakin!
Em dixwazin, qedexekirina bajêr a li nûnerên REPAK'ê derhal bê rakirin, buro ji nû ve were vekirin û kelûmelên hatine desteserkirin tavilê radestî xwediyan bê kirin."