'Me rastiya hebûna jinê û Jineolojî gihandin hev'

Berpirsyara Weşan Giştî ya Kovara Jineolojiyê Nahîde Ermîş diyar kir, jin wê êdî pênaseyên qebûl nekin û got, "Me rastiya hebûna jinê û Jineolojî gihandin hev."

Kovara Jineolojî, ku piştî nîqaşên berfireh weke bîrdozî û saziyekê derket holê, hejmara wê ya yekemîn di 8'ê Adara 2016'an çap bû. Kovara Jineolojî ku berhema xebata salekê ye, weke rastiya hebûnê ya jinên cîhanê, mezin dibe.

Berpirsyara Weşan Giştî ya Kovara Jineolojiyê Nahîde Ermîş da xuyakirin, ku ji bo deristina Kovara Jineolojiyê wan wextekê amadekariyeke berfireh kirine û ji akademîsyen, xwendekar, rêxistinên jinan û jinên li qada siyasetê dixebitin nêrîn û pêşniyar girtine.

Ermîş her wiha ragihand, ku wan bi gelek jinên li nava civakê jî hevdîtin kirine, nêrîn û pêşniyarên wan girtine û li ser vê bingehê wan karê kovarê bi rêxistin kirine. Ermîş da zanîn, ji aliyê têgînî ve Jineolojî piştî ku di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat destnîşankirin, ketiye rojeva wan.

Ermîş anî ziman, komek ji hevalên wan bi qasî heft, heyşt salan têkoşîn û berxwedana jinê ya li Rojhilata Navîn lêkolîn kirine û destnîşan kir, ku ev lêkolîn di bingeha xwe de lêkolînek li ser sîstemên şaristaniya kapîtalîst û şaristaniya demokratîk bû. 

'EM RASTIYA HEBÛNA JINÊ BI RÊYA JINEOLOJIYÊ JI NÛ VE DIXIN ROJEVÊ'

Nahîde Ermîş diyar kir, ew dixwazin ji nû ve xwe bigihînin çanda têkoşînê ya berxwedêriya jinê, naxwazin êdî li gorî rola mejiyê mêr daniye pêşiya jinê tevbigerin û got, "Mixabin rola ku jinê danî pêşiya xwe jî, li gorî pênaseya mêr e.... Bi Jineolojiyê ev em dibêjin ev yek êdî ne ya qebûlkirinê ye. Me hemû pênaseyên ji aliyê mêr ve têkildarî jinê hatine kirin, xera kirin. Me hewl da pênaseyên xwe bairînin, rastiya hebûnê ya jinê ji nû ve derxînin holê. Em di nava hewldana vê de ne. Em vê yekê bi hilberînê dikin. Ev kovar jî ji bo me yek ji amûrên herî girîng ê hilberînê ye. Bi vî awayî, wê pirgirêkên jinên li gelek deverên cîhanê werin bilêvkirin û bi rêya vê platformê wê jin tecrûbeyên xwe di platformekê de bigihînin hev. Ya ji bo me girîng ew e, ku ev platform ji bo çareseriyê nîqaşan bimeşîne û jin karibin hilberînên xwe bi hev re parve bikin. Pirtûka 'Destpêka Jineolojiyê' ya dawî jî, weke manîfestoyeke nexşerêya me ye."

Ermîş da zanîn, girseya ku ew dixwazin xwe bigihînin wan ne tenê jin in û got, "Ji ber ku pirsgireka azadiyê ne tenê ya jinê ye. Pirsgirêka tevahiya civakê ye. Em dixwazin hemû beşên civakê tevlî karê xwe bikin û bi pêş de biçin. Pêvajoya li pêşiya me wê bibe pêvajoyeke hîn berfireh a xebatê."

Ermîş ragihand, ji bo Kovara Jineolojî wan dest bi kampanyayeke nû kirine û bang li hemû mirovên hişyar û berpirsyar, bi taybetî bang li jinan kir, ku di vê mijarê de hesas bin. Ermîş ji bo destekkirina têkoşîna wan, banga tevlîbûna li nava kampanyayê kir.

...