'Heta ji wan tê hewl didin statuya jinê tine bikin'

Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnex diyar kir, AKP heta jê tê hewl dide statuya jinê tine bike û di nava civakê de daxîne asta herî nizm.

Şirnex, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan weke 'dijminê jin û zarokan' pênase kir û ragihand, ti nirx nîne ku rejîma AKP'ê neke qurbanê nexweşiya xwe ya desthilatdariyê.

Evîn Şirnex got, "Erdogan ê ku Dehaqê sedsala 21'an e, di oxira desthilatdariyê de bi rengekî bê exlaq sînoran nas nake."

Şirnex gotina "Sê zarok têrê nake, divê çar be" ya Erdogan bibîr xist û got, "Erdogan ê ku kiryarê komkujiya Roboskî ye, komkujiya Roboskî û kurtaj weke hev nîşan da. Bi vê nirxandinê ve xwest vê mesajê bide jinan; 'Sedema xwe çi dibe bila bibe, kurtaj ne li gorî ola me ye'. Kengî zarok ji dayik bû, mezin bû, wê demê em tiştekî bikin. Bû gerîla yan jî bû leşker, tişt nabe. Ez ê hingî fermana kuştina wan bidim. Xwedê ev wezîfe daye min'... Gotina 'sê zarok têrê nake, divê çar zarok bin' gotineke ji mejiyê baviksalarî û faşîst tê. Erdogan ê ku kujerê bi hezaran jin, zarok û ciwanan e, dema ji jinan re dibêje 'çar zarokan çêbikin' qet li ber xwe nakeve û ola Îslamê di vî warî de bi kar tîne. Xwîna jin û zarokên ji aliyê wî ve hatine qetilkirin hînê ji tiliyên wî diniqute, hînê rondik ji çavên dayikan dibarin. Di rewşeke bi vî rengî de gotina 'çar zarok' bêexlaqiyeke mezin e."

DI ŞEXSÊ JINÊ DE CIVAK TÊ BÊWATEKIRIN

Şirnex axaftina wiha dewam kir: "Qurbanên destpêkê yên Erdogan, jin, zarok û ciwan in. Zîhniyeta nêrza dixwaze statuya jinê heta jê bê tine bike û bi vî rengî di nava civakê de daxîne asta herî nizm. Jina ku li gorî xwezaya xwe çavkaniya jiyanê ye, weke makîneya hilberîna zarokan dibîne. Zîhniyeta Erdogan dixwaze bi anîna gelek zarokan ve jinê ji erkên wê yên civakî bêpar bihêle û li derveyî jiyanê bihêle. Di şexsê jinê de hewl dide civakê bêwate bike. Parlamenta Tirkiyeyê ya ku roj bi roj paşve diçe, vediguhere çavkaniya pirsgirêkên civakî û mîna kanserekê belav dike."

Evîn Şirnex da zanîn, destavêtin, destdirêjî, îstîsmara zarokan û qetilkirina jinan herî zêde di dema hikûmeta Erdogan/AKP'ê de pêk hatine û destnîşan kir, ku dema dewleta AKP/Erdogan ji aliyê hiqûqî, olî û civakî ve were nirxandin, dikare weke sûcdar û bê exlaq bê pênasekirin.

DIVÊ EM JIYANEKE NE AZAD QEBÛL NEKIN

Şirnex herî dawî ev bang li jinan kir: "Li dijî vê heqaret û zordariya mezin a bi navê serokkomariyê li can û jiyana me tê kirin, divê em dengê xwe bilind bikin û bi vî rengî bersivê bidin."

Şirnex da xuyakirin, ku divê jiyanek dûrî azadiyê neyê qebûlkirin û ji bo vê jî jinên ji hemû neteweyan bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Şirnex got, "Eger jin li ser bingeha gotina 'yekîtî hêzê dafirîne' bibin yek, wê şensê bi ser xistina neteweya jinê mezintir bibe."

...