YJK-E, FEDA, Rêxistina Sîwanî ya Jinên Êzidî û Rêveberiya Jinê ya CÎK'ê li ser 12. Festîvala Zîlan a di 18'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin daxuyanî dan û banga tevlîbûneke xurt kirin.
YJK-E: TEVLÎBÛNA LI FESTÎVALÊ HELWESTA LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN E
Berdevka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) Delal Yaman da xuyakirin, ku divê jin hemû xwedî li festîvalê derkevin û got, "Tevlîbûneke xurt a li Festîvala Jinê ya Zîlan di heman demê de helwestek li hemberî komkujiyên li Kurdistanê ye. Lewma hemû jinên ji xwe re dibêje; ez mirov im, demokrat im, şoreşger û sosyalîst im divê tevlî festîvalê bibin."
Yaman da zanîn, AKP hewl dide li ser dijminatiya li Kurdan hebûna xwe bidomîne û diyar kir, tinekirina Kurdan tinekirina hemû gelan e. Yaman bang li hemû gelan kir, ku li cem Kurdan cih bigirin, tevlî çalakiyên protestoyî, mîtîng û xwepêşandanan bibin. Yaman herî dawî got, "Festîvala jinê ne tenê festîvalek jinên Kurd e, nîşandana rengê hemû jinan e."
FEDA: BI EŞQA ZÎLAN, SAKÎNE, ZARÎFE Û BESÊYAN TEVLÎ FESTÎVALÊ BIBIN
Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bêmal Ozdemîr da xuyakirin, ku ew xwe bi coş û moraleke mezin ji bo festîvalê amade dikin û got, "Zîlan di heman demê de nîşaneya dîrokî ya Kurdên Sersor in."
Ozdemîr bal kişand ser gefa faşîzma Erdogan a li Elewiyan tê xwarin û got, "Elewî wê rêya berxwedan hilbijêr e. Weke Federasyona Elewiyan a Demokratîk, em bang li hemû canên xwe yên jin ên li Elmanyayê û tevahiya Ewropayê dikin, ku bi eşqa Zîlan, bi eşqa Sakîneyan, bi eşqa Zarîfeyan, bi eşqa Besêyan tevlî festîvalê bibin."
JINÊN ÊZIDÎ: LI DIJÎ QETILKIRINA JINÊN ŞENGALÎ EM LI QADA DESTÎVALÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Rêxistinbûyîna Sîwanî ya Jinên Êzidî (KAJÎN) da zanîn, festîval di demeke dîrokî de tê lidarxistin û banga tevlîbûneek xurt kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê em bi rengê xwe, bi kincên xwe yên neteweyî bi xurtî tevlî bibin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku hînê komkujî li jinên Şengalî tê kirin û hat got, "Em dengê xwe li qada festîvalê bi xurtî bilind bikin. Di serî de jinên Êzidî em bang li hemû jinan dikin ku cihê xwe li qada festîvalê bigirin."
RÊVEBERIYA JINÊ YA CÎK'Ê: EM HÊVÎDAR IN WÊ FESTÎVAL BIBE WESÎLEYA XÊRÊ
Li ser navê Rêveberiya Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî bi daxuyaniyê Zîlan bibîr anî û ji bo festîvalê banga tevlîbûnê li hemû jinan kir. Did axuyaniyê de hat gotin, "Weke Rêveberiya Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê em hêvîdar in wê jin tevlî vê festîvala hêja û watedar bibe û festîval wê bibe wesîleya xêrê."