Li Stenbol û Dersîmê qetilkirina jinan hate protestokirin

Li Stenbol û Dersîmê jinên ku daketin kolanan, qetilkirina jinan protesto kirin, banga piştgirî û mezinkirina têkoşînê kirin.

Li Stenbol û Dersîmê jinên ku daketin kolanan, qetilkirina jinan protesto kirin, banga piştgirî û mezinkirina têkoşînê kirin.

Li Taxa Atakent a navçeya Kuçukçemeceyê ya Stenbol, malbat û hevrêyên Nûrcan Arslan a ku di 30 Çileyê ji aliyê Abdullah Melîh Bariş ve hate qetilkirin, li dijî qetilkirina jinan li pêşiya Amedeyîya Galatasarayê stand vekirin û belavok belav kirin. Di çalakiyê de pankarta “Duh Ozgecan, îro Nûrcan; sibehê dora kê ye?” vekirin, tîşortên ku wêneyên Arslan li ser bûn li xwe kirin.

Di çalakiyê de daxwaz kirin ku kujer Bariş cezayê “Kêm” negire, banga beşdariyê li rûniştina doza ku wê 16’ê Hezîranê saet 13:00’an li Edliyeya Bakirkoyê bê dîtin kirin.

DERSÎM

Li Dersîmê çalakiyên ku di her 11’ê mehê de ji aliyê Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), li dijî qirkirinê jinan li dar dixin dewam dikin.

Jinên ku li Qada Seyîd Riza kom bûn, pankarta “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo jinên hatin qetilkirin edalet” vekirin. Di çalakiyê de bi bîr xistin ku di qetlîama 20’ê Tîrmeha 2015’an de a li Pirsûsê ku ji 33 kesên hatin qetilkirin 10 ji wan jin bûn.

Di çalakiyê de Ayşe Esme daxuyanî da û diyar kir ku di dema desthilatdariya AKP’ê de tundiya mêr-dewletê û destavêtin û destdirêjiya li hember zarokan zêde bûne, siyasetên qirêj ên li ser bedena jinê tên meşandin dewam dikin. Esmer wiha anî ziman: “Li Pirsûsê di qetlîama 20’ê Tîrmeha 2015’an de 10 jê jin bûn, wekî hemû jinên ku hatine qetilkirin ji bîr nakin. Esmer da zanîn ku edaleta ku ji bo Pirsûsê bê ji bo hemû jinên ku hatine qetilkirin e.

Esmer wiha axivî: “Em ji qetilkirina jinan a her roj, bi rasthatina pîskolojiya bi sedan jinan, fîzîkî, şideta zayendî ya ku bi hevkariya dewletê tê kirin natirsin, bêdeng nabin, serî natewînin, em ê li ber xwe bidin.”

Piştî çalakiyê, ji bo hemû jinên hatine qetilkirin banga piştgiriyê kirin.