JIN
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê jin di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan de hatin ba hev
Di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan a 1’emîn a li Parîsê coşeke mezin derkete holê. -
TJA: Heta ku hemû jin azad bibin..
TJA’yê destek da biryara çalakiyê Meşa Jinan a Dinyayê û got, ‘’Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin’’. Jinan ji bo çareseriya pirsa Kurd Ocalan destnîşan kirin. -
Li Stenbolê komkujiya jinan
Li Stenbolê, Kasimpaşayê Alî Çeçek hevjîna xwe Bîrgul Çoban ku êşkenceya sîstematîk lê dikir, berê vê sibehê kuşt. -
Cezayê li rojnamevan Dogan hatibû birîn, hate erêkirin
Cezayê 2 sal 9 meh û 22 roj ê girtîgehê, ku li rojnamevan Zehra Dogan hatibû birîn, hate erêkirin. -
SKB li Belçîkayê azadî ji Yuksekdagê re xwest
Bi banga SKB’ya Belçîkayê, li Brukselê li Place Shûmanê çalakiyek hate lidarxistin. -
Axîn da ser şopa Bêrîtan
Di sala 2016’an de li Şemzînanê li hember artêşa Tirk heya dawiyê şer dike piştî ku cebilxaneyên wê xilas dibe ji bo ku dîl nekeve destê neyar xeta Besê, Zarîfe, jinên Kela Dimdimê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dişopîne û xwe ji zinarê de davêje. -
Ji bo Festîvala Jinan a Fîdan Dogan banga tevlîbûnê hate kirin
Jin wê li paytexta Fransa Parîsê, di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) de li hev bicivin. -
TŞYJ: Karacagîl ruhê hevpar ê gelên me bû
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ), Ayşe Denîz Karacagîl bi bîr anî û got, "Ew nasnameya milîtaneke şoreşger a yekbûyî bû. Ruhê hevpar ê gelên me bû, daxwaza azadiyê ya jinên me bû." -
Ûta û Amara hatin bîranîn: Ew bûn pêşengên enternasyonalîzmê
Ûta Schneîderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak, li Elmanyayê hatin bîranîn. -
Li Lozanê ji bo wekîlên girtî çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo wekîlên jin ê girtî çalakiyek hate lidarxistin û daxwaz bi lezgîn berdana wekîlan hate kirin. -
Çalakiya Edaletê li pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê hat lidarxistin
Li paytexta Fransa Parîsê lêgerîna edaletê ya ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê ji berdewam kir. -
Ji bo Parlamentera HDP'ê Besîme Konca 2 sal û 6 meh ceza
Di derbarê Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca de, 2 sal û 6 meh ceza hate dayîn. Parêzerên Konca ji ber piştguhdana daxwazên wan ên ji aliyê dadgehê ve ji dozê vekişiyan. -
YJA-Star: Pêngava 1’ê Hezîranê berxwedana li dijî qirkirinê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê diyar kir ku pêngava 1’ê Hezîranê pêngava berxwedanê ye, bi esasî li dijî komployê, bi qasî li dijî rejîma qirkeriya çandî her wiha li dijî hevkarî û tasfîyekariyê ye jî. -
Dayika Rehîme: Zarokên min li ber xwe didin, bi wan serbilind im
Dayika Rehîme nikarîbû cenazeyê kurê xwe bistîne, tenê wêneyek jê re maye. -
'YJA Star ji bo pêkhatina 1'ê Hezîranê bi roleke diyarker rabû'
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir, pêngava ku di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêk hat di têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî dîrokî ye û artêşbûna jinê jî di vê pêngavê de bi erkekî diyarker rabûye. -
Li Sardegnayê semînerên jîneolojî
Bi organîzekirina Rete Kurdistan Sardegnayê li girava Sardegnayê li çar bajaran semînerên jineolojiyê hatin lidarxistin. -
Girtina Besîme Konca hate şermezarkirin
Jinên HDP'yî li Wan û Amedê, girtina Besîme Konca şermezar kirin. -
TJA: Besîma Konca jî û em jî em ê berxwedanê bidomînin
TJA’yê li dijî girtina Besîme Konca helwest nîşan da û got, ‘’Ti êrîş wê nikaribe wê û me ji berxwedanê dûr bigire.’’ -
Parlementera HDP'ê Besîme Konca hate girtin
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya ku di 3'yê Gulanê de hatibû berdab, îro dubare hat girtin. -
Parlamentera HDP'ê Konca hate binçavkirin
Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca li Êlihê hate binçavkirin. -
Rejîma Îranê gefê li girtiya Kurd dixwe ku radestî Tirkiyeyê bike
Girtiya siyasî Qedriye Qadir, ku 7 sal in li girtîgeha Îranê ye, piştî ku cezayê wê qediya, niha jî gef lê tê xwarin ku radestî Tirkiyeyê were kirin. -
YPS Jin, şehîd Zeryan bi bîr anî
Koordînasyona YPJ Jinê, Ayşegul Kaçar bi nasnav Zeryan Denîz Amed a li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de 28'ê Gulana 2016'an şehîd bû, bi bîr anî. -
HDK-Ewropa ji bo wekîlên jin ên girtî dest bi kampanyayê dike
Hewldana Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan, ji bo wekîlên jin ên girtî, bi şiyara "Îradeya jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin wê bi ser bikeve" dest kampanyayekê dikin. -
Bi mîlyonan jin ji ber nexweşiyên ne giran dimirin
28'ê Gulanê 30. salveger ragihandina 'Roja Tevgera Tenduristiya Jinê ya Navneteweyî' ye. Tevî pêşketinên girîng jî, nexweşiyên dikarin pêşî li wan bê girtin, dibin sedem ku bi mîlyonan jin, bi taybetî dayik jiyana xwe ji dest bidin. -
Nûda ya ji Rojhilat qala qutbûna xwe ya ji sîstema Îranê kir
Gerîlaya YJA Starê Nûda Karker a ji Rojhilatê Kurdistanê, zewicî ye û dayika du zarokan e. Karker qala tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê kir: "PKK zanîn e, rêber e, zanyar e û exlaq e. Min hêrs û serhildêriya xwe di nava refên PKK'ê de bi rêxistin kir."