Girtina Besîme Konca hate şermezarkirin

Jinên HDP'yî li Wan û Amedê, girtina Besîme Konca şermezar kirin.

Bi armanca şermezarkirina jinûve girtina Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca, li avahiya HDP'ê ya Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Hevşaredara berê ya Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn, Hevşaredara berê ya Rêya Armûşê Bêrîtan Tayan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.

Orhan li civînê axivî û girtina Konca ji bo cara sêyemîn şermezar kir. Gulîstan Orhan got, "Ev biryardariya siyasî, ku ji bo girtina Besîme Konca tê nîşandan, îspat dike bê sîstema dadgeriyê çawa bi fermanan kar dike. Divê Besîme Konca tavilê bê berdan."

AMED

Li Amedê jî, li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer li vir axivî û anî ziman, di şexsê Fîgen Yuksekdag de qirkirina siyasî li ser hemû hevşaredar û wekîlên jin tê ferzkirin. Ozer anî ziman, di şexsê siyasetmedarên jin de hewl tê dayin têkoşîna jinê bi temamî were tasfiyekirin û got, "Ji bo azadkirina Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca û hemû siyasetmedarên jin ên girtî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê doza wan veguherînin qada têkoşînê."