KCDK-E’yê banga protestokirina êrîşên qirkirinê kir
KCDK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê yên li dijî sivîlan didomîne û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bi dirûşma ‘Rojava biparêze’ êrîşên qirkirinê protesto bikin.”
KCDK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê yên li dijî sivîlan didomîne û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bi dirûşma ‘Rojava biparêze’ êrîşên qirkirinê protesto bikin.”
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand û banga protestokirina êrîşên qirkirinê kir.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên ku ji bo beşdarî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bibin, kirin hedef. Di êrîşan de 3 sivîl şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Gelên ku bi rojan e li dijî dagirkeran axa xwe diparêzin, di hedefa artêşa Tirk û çeteyên wê de ne.
Artêşa Tirk a dagirker bi astengkirina seferberiya gel a ji bo tevlîbûna çalakiya nobetê hewl dide planên xwe yên dagirkirina Rojava pêk bîne. Ji bo vê jî serî li hemû rêbazên hovane dide, rêgezên navneteweyî binpê dike. Gelê sivîl di bin gefa dagirkerî û qirkirinê de ji bo parastina xwe têdikoşe.
Bi hezaran sivîlên ku ji bo mezinkirina vê berxwedanê bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Îro li Zorava ya Şamê deriyê malên sivîlan şikandin û bi zext û tundiyê bi sedan kes binçav kirin. Dorpêç û binçavkirin hîn jî didomin.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi dirûşma ‘ROJAVA BIPARÊZE’ li her derê êrîşên qirkirinê şermezar bikin, xwedî li gel derkevin.”