HDK-Ewropa ji bo wekîlên jin ên girtî dest bi kampanyayê dike

Hewldana Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan, ji bo wekîlên jin ên girtî, bi şiyara "Îradeya jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin wê bi ser bikeve" dest kampanyayekê dikin.

Hewldana Meclîsên Jinan a HDK-Ewropayê bal kişand ser rewşa Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku wekîltî û endametiya wê ya partiyê hate betalkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Fîgen Yuksekdag, ku bi vîna azad a gelên me hatiye hilbijartin, wekîla vê îradeyê ye. Desthilatdariya faşîst nikare pêşî li vê bigire û têkoşîna gelên me, HDP'ê û Yuksekdag nikare bê hepskirin. Biryarên faşîzmê di wijdanê gelên me de bêhikum in."

Meclîsên Jinan ên HDK-Ewropayê ragihand, êrîşên li dijî jinan û hewldana dervehiştina jinên pêşeng ji qada siyasetê, di şexsê Yuksekdag û parlamenterên jin ên HDP'ê de tên kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li dijî tinehesibandin û êrîşên ji bo dervehiştina jinan li qada siyasetê, divê ew li cem siyasetmedarên jin cih bigirin û piştevaniya bi wan re wezîfeyeke girîng e ku divê bi cih were anîn.

Meclîsên Jinan diyar kirin, ku ji bo xurtkirina piştevaniya jinê û rabûna li ber êrîşên li dijî siyasetmedarên jin, ew ê bi şiyara "Îradeya jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin wê bi ser bikevin" dest bi kampanayyê dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê li hemû qadan daxwaza azadiya hevrêyên xwe yên jin bînin ziman. Heta ku Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê yên jin û Hevşaredarên jin azad bibin, em ê bibin dengê wan û têkoşîna wan bidomînin."