Li Stenbolê komkujiya jinan

Li Stenbolê, Kasimpaşayê Alî Çeçek hevjîna xwe Bîrgul Çoban ku êşkenceya sîstematîk lê dikir, berê vê sibehê kuşt.

Li Stenbolê, Kasimpaşayê Alî Çeçek hevjîna xwe Bîrgul Çoban ku êşkenceya sîstematîk lê dikir, berê vê sibehê kuşt. Bûyerê berê sibehê çêbû. Alî Çeçen hem  dijûn li Çoban dikir û hem jî lêdixist. Çoban jî ji bo ku ji lêxistinê xwe xilas bike ji mal reviya. Di vê navê de Alî Çeçen, Çoban li kuçeyê kuşt.

Nasên Bîrgul Çoban ku cenaze dîtin, gotin bedana Çoban şîn û reş bûbû.

Cenazeyê Çoban wê bibin Cemevî ya Kul Hîlmet a Sultanbeylî. Ji vir jî Çoban wê bibin navçeya Almûs a Tokatê û li wir veşêrin.