Ûta û Amara hatin bîranîn: Ew bûn pêşengên enternasyonalîzmê

Ûta Schneîderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak, li Elmanyayê hatin bîranîn.

Ûta Schneîderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak, ku weke Ûta-Amara cihê xwe di hiş û mejiyê Kurdistaniyan de girtin, di salvegera 12. a şehadeta xwe de hatin bîranîn. Însiyatîfa Jinê û Weqfa ÛtAmara merasîma bîranînê organîze kirin.

Tevî dê û bavê Ûta Schneîderbanger, heval û dostên wê, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û Kurdistaniyên li Koln, Dusseldorf, Dortmûnd, Dûîsbûrg û li bajarên vê derê dijîn, Ûta û Amara li ser gora Schneîderbanger ya li bajarê Mulheîm Rûhr ê Elmanyayê bi bîr anîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, ji Însiyatîfa Jinê ya CENÎ Asmîn Riha axivî û got, "Mîna Ronahî Elman a di sala 1998'an de şehîd bû, Ûta û Amara jî bûn pêşengên meşa enternasyonalîst. Têkoşîn bê navber dewam dike, berdêl jî tên dayin. Bi vê wesîleyê, ez Ayşe Denîz Karacagîl a li Reqayê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna wan îro bi sedan berxwedêrên enternasyonalîst di nva têkoşîna azadiyê de dewam dike."

'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BI SER BIXÎNIN'

Rêvebera Weqfa Jinê ÛtAmara Sandra Cray jî bi gotina, "Ez bi rêzdariyeke mezin Ûta û Amara bibîr tînim" dest bi axaftina xwe kir û got, "Ji bo serxistina têkoşîna wan, em perwerde û zanekirina jinê esas digirin. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye."

Li ser navê TJK-E jî Medya Mardîn peyivî û anî ziman, ku şehîd di nava têkoşîna azadiyê de dijîn. Mardîn got, "Li gel têkoşînê, rastiya şehîdan jî dewam dike. Têkoşîn ne tenê li Kurdistanê ye. Di heman demê de ji bo mirovahiyê ye. Di şexsê dewleta Tirk û DAIŞ'ê de li dijî hemû paşverûtiyê şer tê kirin. Rizgarî jî wê ya hemû mirovahiyê be. Ez berxwedana enternasyonalîst Ayşe Denîz Karacagîl ku em wê ji berxwedana Gezî nas dikin û li Reqayê şehîd bû, tevî hemû hevalên wê bi bîr tînim. Li wê derê bi sedan enternasyonalîst hene ku ji Kanada, Awûstûrya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Hollanda û Brîtanyayê hatine û li ber xwe didin. Ev yek nîşaneya dewamiya têkoşînê ye. Em ê têkoşînê mezintir bikin."