Li Parîsê jin di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan de hatin ba hev
Di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan a 1’emîn a li Parîsê coşeke mezin derkete holê.
Di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan a 1’emîn a li Parîsê coşeke mezin derkete holê.
Di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan a 1’emîn a li paytexta Fransayê Parîsê coşeke mezin derkete holê.
Festîval li herêma Val De Marneyê ya Parîsê hate lidarxistin û gelek jinên Kurd û dostên wan beşdar bûn.
Saziyên wekî Komeleyên Jinê yên Zîn, Meclîsên Jinan ên Fransaya Bakur, Femmes Solîdaîres, Jinên Kobanê û Kolektîfa Hevgirtinê piştgirî dan festîvala ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê hatiye lidarxistin.
Di peyama jinên Kurd de ya ku di festîvalê de hate xwendin hat diyarkirin ku, “Em ji çiyayên Kurdistanê we silav dikin û şehîdên şoreşê bi minnet û rêzdarî bi bîr tînin.
Em soza girêdanê û serkeftina mûtlaq didin hevrêyên me Sara, Rojbîn, Ronahî, xwedawenda me û manîfestoya me Zîlan û hevrêyên me Nalîn Mûş û Hêlîn Dêrsim ên ku di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin.
Em dewletên Ewrûpayê şermezar dikin yên ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in û em diyar dikin ku bi berxwedana xwe em ê pergala Îmraliyê hilweşînin.”
Di festîvalê de pêşangeha jiyan û têkoşîna Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Layla Şaylemez hate vekirin ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.
Di festîvalê de Serenat Ergîcan, Rojda, Tigri Ûzar, Lîlav, Şararoj, Zazlooz derketin ser dikê û şanoger Kewê Yildiz Gultekîn lîstikek pêşkêş kir û piştre jî koma dansê ya Tamîlan derketin ser dikê.