Ji bo Festîvala Jinan a Fîdan Dogan banga tevlîbûnê hate kirin

Jin wê li paytexta Fransa Parîsê, di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) de li hev bicivin.

1. Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn), wê di 4'ê Hezîranê de li paytexta Fransa Parîsê pêk were.

Festîval bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê tê lidarxistin û Komeleyên Jinan yên Zîn, Meclîsên Jinan ên li Bakurê Fransayê, Femmes Solîdaîres, Meşa Jinê ya Cîhanê, Kolektîfa Piştgiriya bi Jinên Kobanê re û Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistanê destekê didin festîvalê.

Endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê Zozan Serhat û Bêrîvan Firat gotin, ji bo ew dengê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hê bi xurtî bidin bihîstin, festîvalê lidar dixin. Endamên komîteya amadekar, ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin.

Tevî Senatora Herêma 94. a Parîsê û gelek şaredaran, wê nûnerên gelek saziyan tevlî bibin. Festîval wê di 4'ê Hezîranê roja Yekşemê de pêk were. 

Hunermend Rojda, hunermend û komên dansê, muzîkê û şano yên ji gelek welatan wê cihê xwe di festîvalê de bigirin.

JI BO KESÊN DIXWAZIN TEVLÎ FESTÎVALÊ BIBIN

Endamên komîteya amadekar, ji bo beşdar karibin xwe bigihînin qada festîvalê ev agahî dan:

Tren: RER D
Rawestgeh: Creteil- Pompadour

Ji bo kesên dixwazin bi wesayîtê werin, navnîşan: Parc interdepartmental sport Paris. Val-De- Marne Chemin de Boeufs 94000 Creteil.