Rejîma Îranê gefê li girtiya Kurd dixwe ku radestî Tirkiyeyê bike

Girtiya siyasî Qedriye Qadir, ku 7 sal in li girtîgeha Îranê ye, piştî ku cezayê wê qediya, niha jî gef lê tê xwarin ku radestî Tirkiyeyê were kirin.

Girtiya siyasî Qedriye Qadir, ku 7 sal in li girtîgeha Îranê ye, piştî ku cezayê wê qediya, niha jî gef lê tê xwarin ku radestî Tirkiyeyê were kirin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, Qedriye Qadir ji ber ku dema hate girtin kêmî 18 salî bû, ew şandin navenda rehabîlîtasyon û perwerdeyê ya li bajarê Yasûcê û cezayê xwe yê 7 salan li vir temam kir. Piştî ku cezayê wê qediya, Qadir şandin girtîgeheke li bajarê Ûrmiyê ku biyanî lê tên girtin. Ji ber vê yekê, fikar hene ku Qadir a ji doza PKK'ê hate girtin, radestî Tirkiyeyê bê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, malbata Qadir ji bo berdana keça xwe ewraqên pêwîst radestî Dadgeha Ûrmiyê kiriye û dadgehê jî belge şandiye ji Midûriyeta Giştî ya Nifûsê ya Îranê, lê belê hê bersivek ji wan re nehatiye dayin. Hat ragihandin, malbata Qadir bi fikar e ku keça wan radestî dewleta Tirkiyeyê were kirin.

Malbata Qadir, ji bo keça wan radestî Tirkiyeyê neyê kirin serî li dadgehê da.