'YJA Star ji bo pêkhatina 1'ê Hezîranê bi roleke diyarker rabû'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir, pêngava ku di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêk hat di têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî dîrokî ye û artêşbûna jinê jî di vê pêngavê de bi erkekî diyarker rabûye.

Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî dîrokî ye. Di pêvajoya bêçalakîtiyê de ku 1999’an dest pê kir û heta 2004’an dom kir, dewleta Tirk ti gav neavêtin, berevajî vê xwe spart hêzên tasfîyeker ên navxweyî û derve û xwest, Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Li dijî helwesta dewleta Tirk a li ku ber bi çareseriyê ve nedihat Tevgera Azadiyê ya Kurd bi biryara 1’ê Hezîranê dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kir. Bi vê pêngavê re heta niha li Kurdistanê geşedanên dîrokî rû dane. Fermandara Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlik sedemên pêngava 1’ê Hezîranê û rista artêşbûna jinê ya di vê pêngavê de ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

Pêngava 1’ê Hezîranê di kîjan şert û mercan de pêk hat û di wê pêvajoyê de artêşa jinê bi erkekî çawa rabû?

1’ê Hezîrana 2004’an tevgera me ya azadaiyê kete pêvajoyeke nû û pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav xwedî paşxaneke îdeolojîk, siyasî û leşkerî bû. Ev pêngav piştî bêmanebûna pêvajoya agirbestê ya yek alî û ku nêzî 5 salan dom kir û piştî êrîşên sîstemê yên bi mebesta jiholêrakirinê dest pê kir. Di jiyana xwe ya têkoşînê de em PKK cara pêşî bû ku demeke ev çend dirêj ya bê şer em jiyan. Ev sal salên têkoşîna zêde ya îdeolojîk û rêxistinî bû. Pêvajoyeke wiha bû ku guherîna paradîgmayê çêbû, nêzîkatiyên taktîk ên ku xwe dispartin stratejiya têkoşîna demokratîk a siyasî, parastina rewa pêk hatin. Di heman demê de salên wiha bûn ku li gel geşedanên mezin û pêşveçûnên teorîk tije têkoşîn bû û em bi tasfiyebûnê re hevrû bûn. Ji bo ku em bi ber bikevin bê ka em çawa hatin van salan û pêvajoya têkoşînê divê em em rastiya komployê û armancên wê yên li ser Rêbertiya me û tevgera me fêhm bikin.

‘JI BO ME PÊVAJOYEKE DÎROKÎ Û GIRAN BÛ’

Rêbertî jê serwext bû ku mebesta komployê ew bû ku dixwestin hem ji hêla Kurdan û hem ji hêla Tirkan ve jî, bi navenda Rojhilata Navîn şerekî bidin destpêkirin, ji bo pêşî li vê bigire pêvajoyeke nû da destpêkirin. Li şûna ku şer giran bike bang kir ku gel bi hev re bi rengekî azad û aştî bijîn. Ji bo ku nêzîkatiya xwe ya li ser esasê rêgezan diyar bike jî bang li me kir ku em ji qada Bakur vekişin. Bi vî rengî jî 2’yê Tebaxa 1999’an biryar hate standin ku gerîlayên li Bakurê Kurdistanê derbasî qadên Başûr bibin. Ji bo me pêvajoyeke dîrokî û giran bû. Di watedarkirin, di pratîzekirinê de, her çend nêzîkatiyên hîsî hebûn jî, ji bo dilsoziya me ya qeyîm a bi Rêbertî re paş ve vekişîn pêk hat. Paş ve vekişîn bi mebesta pûçkirina komployê bû. Berxwedan û têkoşîn qet ranewestiya lê rengê xwe guhart. Pêvajoyeke nû dest pê kiribû, pêvajoyeke siyaseta demokratîk û xwe disparte çareseriya bi aştiyê. Bi komployê re 6 meh emr li tevgera me fesilandin. Lê bi berxwedana Rêbertî, bi berxwedana gelê me, bi dilsoziya gerîla ya bi Rêbertî û hewldana pratîzekirinê komplo bi ser neket.

Di wateya xeta parastina rewa de jî pêvajoyeke wiha bû ku Rêbertî guherînên stratejîk pêk dianî. Rêbertî xeta têkoşînê ya demokratîk û siyasî dida pêş û armanc dikir ku destketiyên Kurdan xutr bike û gel ber bi azadbûnê ve bibe. Pêvajoyeke wiha bû ku li şûna stratejiya şerê gel ê domdirêj lêgerînên stratejiya parastina rewa û taktîkên li gorî vê çêbûn. Di paradîgmaya me de guherîn çêbûn û li ser xeta parastina rewa me azîneyên têkoşîna xwe diyar kirin. Hewldanên guherîn-veguherînê û dijwariyên wê helbest têra xwe hebûn. Hem komplo û hem jî tasfiye li ser van lêgerînên me ferz kirin. Armanc ew bû ku PKK’ê marjînalîze bikin, şer û berxwedanê bêmane bikin, tevgera me bi sîstemê re entegre bikin û tine bikin. Ev hem ji der ve dihate kirin û hem jî ji hundir lingên komployê dihatin danîn û ji hundir ve jî hewl dihate dayin ku me tasfiye bikin. Tasfiyekariya Botan-Ferhat ev reng tasfiyekarî bû ku li vê pêvajoyê dihate ferzkirin. Armanca wan a sereke ew bû ku nirxên me yên azadiyê bêmane bikin, ji sîsika wê dûr bixin. Dixwestin rêça berxwedanê ji holê rakin, hişmendiya demokrasî û azadiyê berevajî bikin û encamê bistînin. Di vir de herî pir êrîş bi ser xeta azadiyê ya jinê û rêxistiniya wê de dibirin û hewl didan wê ji hundir ve biqewêrin.

‘NE TENÊ PÊNGAVEKE LEŞKERÎ BÛ, HER WIHA PÊNGAVEKE ÎDEOLOJÎK, RÊXISTÎNÎ JÎ BÛ’

1’ê Hezîranê navê pratîzekirina xeta parastina rewa bû. Pêngava 1’ê Hezîranê lji der ve, li dijî konsepta sîstemê, li hundir li dijî tasfîyekarî, marjînelîzekirin tevgerê, dûrxistina ji nirxên wê, pişaftin, dûrxistina ji rêça wê ya berxwedanê, bêmanekirina şer, têkoşînê bû pêngava berxwedan û azadiyê. Ji bo vê jî ne tenê pêngaveke leşkerî bû, pêngaveke îdeolojîk, rêxistinî bû. Pêngaveke hevtayê 15’ê Tebaxê bû ku gelê Kurd li dijî mêtîngerî, serweriyê û qirkirinê avêtibûn. Pêngaveke wiha bû ku ji bo azadiya  gelê me yê di dorpêça qirkirinê de berxwedan dabû ber xwe û her wiha pûçkirina polîtîkayên sîstemê bû ku dixwest me ji rastiya Rêbertî qut bike. Li dijî hewldanên ku dixwestin me ji çiya, ji şer û têkoşînê qut bikin, li dijî wan hewldanên tasfîyekirinê ku dixwestin lîberalîzmê pêş bixin û me bikin tevgereke ku bi sîstemê re entegrebûyî pêngaveke dîrokî bû. Li dijî komployê ku hewl dida bi rêbaz û azîneyên cuda encaman bi dest ve bîne, bidawîkirina pêvajoya agirbestê ku êdî bûbû talokeyeke mezin derbasbûna pêvajoya berxwedanê bû. Bi vê maneyê, tê maneya xilasbûna ji tesfiyeyê û vegera li Rêbertî.

‘ARTÊŞBÛNA JINÊ DI PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ DE XWEDÎ CIHEKÎ BELOQ E’

Ji pêngava 1’ê Hezîranê heta bi niha ji hêla taktîk ve û ji hêla bicihbûnê ve li ser geşedanên YJA Starê tu yê çi bibêjî?

YJA Star xwe fedakirina ji bo azadiya jinê û gel e. Azadiya jinê hem zemîna hemû azadiyan û hem jî mîsogeriya tevgerê ye. Nêzîkatiya rêgezî ya Rêbertiya me ye; heta ku azadiya jinê pêk neyê azadiya civakê pêk nayê, heta ku wiha nebe têkoşîn li ser rêgezên azadiyê pêk nayê, tenê bi jina azad re dikare jiyana azad pêk were. û di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de qada herî stratejîk a ku Rêbertî nêzîkatî lê kirî ev e. Ne tenê  di hêla teorîk de di qada pratîk û rêxistinî de encamên xurt bi xwe re aniye, rêgezên me yên azadiyê û nirxên me yên sosyalîst geş kiriye. Têkoşîna navxweyî ya li ser zemîna têkoşîna zayendî ava bûyî di heman demê de mîsogeriya sinc û rêgeza azadiyê ya di nav PKK’ê de ye. Li dijî serweriya zilêm, li dijî hişmendiya zilêm a leşkerî û artêşbûna wê, mîsogeriya xeta nirxên azadî, dadmendî, wekhevî, demokrasiyê ya di artêşbûna jinê de ye. Ji vê hêlê ve gerîlatiya jinê û artêşbûna wê bi qasî serketinên xwe yên di qada leşkerî de her wiha di mijara avakirina qadên azad û parastina wan qadan de jî hêzeke sereke ye.

Artêşbûna jinê di şêwaza şerê me de yê piştî pêngava 1’ê Hezîranê  xwedî cihekî beloq e. Têkoşîna azadiya jinê di pêkanîna şerê şoreşgerî yê gel de, di pêşxistina xeta parastina rewa de bûye xwedî ristekî girîng. Di asta berdest a civakê de û di geşedanên şoreşgerî yên pêkhatî de ji her demê zêdetir hîkar bûye. Vegera li mewziyên Bakur ên ku 2003’an hatibûn valakirin, li ser zemîna stratejiya parastina rewa di serdema nû ya têkoşînê de rista ku pê rabûye, pêvajoyeke nû ya berxwedanê vedibêje. Li dijî xeta înkar û îmhayê ji bo ku berxwedan were geşkirin di serî de li Botan û Dersimê, 2006’an Amed, 2007’an li Erzerûm, Xerzan û Serhedê veger çêbûye. Her wiha li Qadên Parastinê yên Medya û li qada Rojhilat asteke baş a bicihbûnê di van salan de pêk hatiye. Li Rojhilata Navîn û li dijî azadiya jinê hêza herî hov a komkujiyê DAIŞ’ê, li Rojava û Şengalê şervanên berxwedêr ên rizgarî û rûmetê dîsa ji ser vê kokê şîn hatine. Li hemû qadên ku şer û berxwedan lê diyar bûne, jin bi hêza rêxistinî cihê xwe girtine û rista xwe ya pêşeng bi cih anîn, bi helwesta xwe çarenûsa şer diyar kirine.

Di van salên berxwedanê de yên ku em jiyan, artêşbûna jinê li çar parçeyên Kurdistanê berbelav bûye û ji civakên dî re jî bûye kanî.  Li Rojava YPJ, li Rojhilat HPJ, li Şengalê YJŞ û li bajarên Bakur YPS-Jin yên ku xwe dispêrin rêça artêşbûna jinê û tecrûbeya artêşbûna jinê, hem mîsogeriya azadiya jinê ye û hem jî li dijî qirkeriya li ser gelên me hêza têkoşînê ye. Ev artêşbûna jinê  ya Kurdan encama têkoşîn, berxwedana YJA Starê ye ku bi berdêlên giran hatiya afirandin. Encama keda jinê ya gerîla ya têkoşer e, azaweriya azadiyê ya jina Kurd, vîna wê ye û li dijî her cure dijwariya li ber xwe didin û qet dev jê naqerin. Bi hêsanî em nehatin van rojan. Zemîna azadiyê ya ku hatiye pêkanîn û şertên şoreşê bi berêlên giran çêbûne. Em ji wan rojên wiha ku kesî bawer nedikir jin biçe çiya, rahêje çekê û xwe biparêze, ketine serdemeke wiha ku ji bo hemû mirovahiyê bûne kana bi xwe baweriyê û berxwedaniya jinê. Em pêşengiya vê xetê û vî şerî dikin ku wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike.

Di salên dawî de pêkanîna çalakiyên resen û hişmendiya têkoşîna ku xwe dispêrê hêza xwe zêdetir geş bûye. Êdî kirinên ku xwe dispêrên qirkirina jinê baştir têne dîtin û li dijî vê jî têkoşîn geştir dibe. Rastiya DAIŞ’ê ku temsîla herî beloq a hişmendiya zilamserwerî û paşverûtiyê ye li ber berxwedanê hatiye ber nemanê. Dewleta TC’ê li gel hemû êrîşkariya xwe jî nekariye ku vîna jinê bişkîne. Hemû hêzên serwer û dijminê jinê li pêş vîn û azadiya jinê her çendî êrîşkar bibin jî hatiye çespandin ku nikarin bi ser bikevin. Dijminê me jî xwe nûjen dike û êrîşên xwe yên li ser me berfirehtir dike. Em di pêvajoyeke nû de ne. Em gerîlayên jin ên Kurdistanê ji her demê zêdetir bi talokeyan re rû bi rû ne. Divê em bixwebaweriyeke zêde, bi rêxistinbûn û disîplîna navxweyî van talokeyan pûç û betal bikin. Divê em nêzîkatiya ku xwe dispêrê têkoşîna û tecrûbeya bi salan di şer, taktîk û şêwazê ya serdemê de bi kar bînin û şerê dijmin ê ku xwe dispêrê teknîkê pûç bikin. A ku wê dijmin pûç bike hişmendiya îdeolojîk û profesyoneltî ye. Zîrektî û asta hişmendiyê divê ji bo taktîkê were bikaranîn. Divê çalakiyên wiha ku taktîkê bi pêş bixin û ji hewcehiyên dema niha re bibin bersiv werin kirin. Xwedûrxistina ji nêzîkatiyên dogmatîk, afirînerbûn, xwe sînordarnekirin û jiyîna gerîlatiyê ya bi evîn û azweriyê girîng e. Azadiya rêbertiya me û azadiya gelê me têkildarî encamên têkoşîna me ye û ev peywira şoreşê ya wan gerîlayên fedekar û bi azawerî ye.

‘YPJ, HPJ, YJŞ, YPS-JIN BÛNÊ NAVÊ BIDESTVEANÎNA NASNAMEYA JINÊ Û AZADIYA JINÊ’

Niha li Rojava, Şengalê û hemû beşên Kurdistanê jin pêşengiya şer dikin. Bandora pêngavên di dîrokê de, bi taybetî jî bandora pêngava 1’ê Hezîranê ya li ser artêşbûna jinê çiye?

Artêşbûna ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kirî ji destpêkê ve tenê bi wir re ne sînordar bû. Nêzîkatiya Rêbertî ew bû ku hemû Kurdistanê azad bike, hemû jinan ber bi têkoşînê ve bikişîne û bîne asteke wiha ku bikaribin ji bo xwe şer bikin. Lê divê ev neyê jibîrkirin ku rastiya artêşbûna me bi şer û berxwedana Bakur watedar bû, bi pêş ket û bi demê re, beş bi beş li qadan berbelav bû. Li çar parçeyên Kurdistanê bû xwedî hişmendî û rêxistin. Berdewama vê rêçê li hemû deveran ku serweriya zilêm û komkujiya li ser jinê û gel rû dayî, rêxistinên xweparastinê û hişmendiya berxwedanê diyar bûn. YPJ, HPJ, YJŞ, YPS-JIN bûne navên bidestveanîna nasnameya jinê û azadiya jinê. Li Rojava, Şengalê, Mexmûr û Kerkûkê li dijî qirkirina gelê me yên li eniya pêş şer kirin û li ber xwe dan bûne artêşên jinê. Fedakarî û xwedayin dastanî ye. Lehegiya di berxwedanên bajaran de bi YPS’ê re hatî jiyîn, wê ji bîr û xêva gelê me neçe, bibe mijara pirtûkan û ti carî neyê jibîrkirin. Bi van berxwedanan jin bûne xwedî nasnameyekê.

Êdî rastiyeke wiha diyar bûye ku ti pergal û civaka klasîk nikare vê bi paş ve vegerîne û tine bike. Hem di xweparastina jinê û rêxistinbûyina wê de, di diyarkirina çarenûa xwe de û di diyarkirina çarenûsa gelan de bûye xwedî ristekî sereke. Diyar e ku piştî vê astê jiyana mîna berê ne pekan e. Ev asta azadiyê ya ku bi berxwedan û berdêlan hatiye afirandin pîvana modêla civakê û azadiya civakê ye.

Bi geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê diyar bûne, hişmendiya rêxistinî, ast, tecrûbe û hişmendiya şer a jinê bi pêş ketiye lê gewherê wê weke xwe maye. Her çend di bin nasnameyên cihê de jî be puxte û gewher weke xwe maye. A  ku di xeta Apoyî de dimeşe û bi ser dikeve bidestxistina nasname jina Kurd e. Azadbûna wê, pêşengîbûna wê û li ser zemîna mîsyona dirokî rabûna bi ristekî nû ye di Rojhilata Navîn de. Tenê ne li Rojhilata Navîn lê ji bo hemû jinên dinyayê bû kana bi xwe baweriyê. Ev tenê ji hêla teorîk ve na lê di pratîkê de jî hatiye asta herî bilind. Ji bo ku pêşengiya berxwedaneke dîrokî kiriye û berdêl daye bûye xwedî baweriyeke mezin. Ji niha û şûn de divê ev were mayindekirin, ev were qeyîmkirin, li ser nasnameya xwe, xwe bike hêza sereke ya şoreşê û di azadiya civakê de divê bi risteke çalaktir rabe. Serdema ku niha em tê de ne pir girîng û krîtîk e, em şerê xwe yê bûneweriyê didomînin, êrîşên giran hene. Destkeftiyên me hene û pergala serwer û rêveberên wê vî tiştî ranagirin. Bi berxwedaneke giştî ya ji her demê zêdetir bi hişmendiya ku em pêşengên sereke yên şoreşê ne û bi vê hişmendiyê divê em têbikoşin.

Rewabûna ku têkoşîna me bi dest ve anî li ber çavan e. Bendewariya dadmendiyê  ya ji pergala zilêm û dinyaya wê, xwe spartina van helbet ne pêkan e. Ji hêlekê ve em pêvajoyeke wiha dijîn ku gelên dinyayê, mirovahiya demokratîk mafdarbûna têkoşîna me dibînin dibine destek, li tevahiya dinyayê hevgirtine çêdibe. Divê were dîtin têkoşîna me ya ku bûyî xwedî karekterekî enternasyonalîst wê rêyeke nû li ber jinên Rojhilata Navîn û dinyayê veke û bibe qada hevpar a têkoşînê ya jinan. Rêxistiniya TŞYJ’ê ya ku bi rêxistinên şoreşger ên jinan ên Tirkiyê, pêkhateyeke wiha ye ku li dijî serweriya zilêm berxwedan û eniya azadiya hatiye birêxistin.  Ev hemû geşedan berhemên ked, berdêl û hewldana dîroka têkoşîna me ya 40 salî ye û geşedanên şoreşî ne. Em deyndarî ked û hewldana Rêberiya xwe ne. Em deyndarî hemû hevrêyên xwe nirxdar ên welatekî azad in û jiyaneke azad in ku di ber de jiyana xwe dane û heta bi hilma xwe ya dawî jî ji berxwedanê neqeriyane, bi têkoşîna xwe dijmin şaş kirine û dijmin neçar kirin. Em di şexsê hevrê Nalîn û Hêlîn de, ku di pêvajoya dawî de şehîd bûne û rêça artêşbûna jinê ava kirine, bûne parçeyek ji vê rêçê û van nirxan hemû hevrêyên şehîd bi bîr tînin û bi hurmet wan bi bîr tînim. Layiqbûna li bîranîna wan û bi serfiraziyê tacîdarkirina vê têkoşînê, ji vê rêyê xwe venekişandina ji ti fedekariyê wê sonda me ya sereke be.