YJA-Star: Pêngava 1’ê Hezîranê berxwedana li dijî qirkirinê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê diyar kir ku pêngava 1’ê Hezîranê pêngava berxwedanê ye, bi esasî li dijî komployê, bi qasî li dijî rejîma qirkeriya çandî her wiha li dijî hevkarî û tasfîyekariyê ye jî.

Fermandariya  Biryargeha Navendî ya YJA-Starê, têkildarî pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî da, Fermandariyê got, ‘’Di şexsê Mahîran, Silavan, Têkoşînan, Bêrîtanan, Seyît Rizayan, Kendalan, Sîdaran, Dîcleyan, Rozayan, Nûdayan, Adil û Gulbiharan, ku pêşengî ji pêngava 1'ê Hezîranê re kir, ku ev pêngav sembola biryardarî û israra jiyana azad û zemîna şerê gel ê şoreşger e, em hemû şehîdên xwe yên leheng ên bi erka pêşengiyê rabûn û hêvî ji nû ve afirandin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin, ku em ê ala wan a têkoşînê ku radestî me kirine, bi ser bixînin. Em afirînerê van rojan Rêberê xwe bi dilsozî û hezkirineke bêdawî silav dikin.’’

 ‘1’Ê HEZÎRANÊ LI DIJÎ KOMPLO, QIRKIRINÊ Û TESFÎYEKARIYÊ PÊNGAVA BERXWEDANÊ YE’

Fermandariyê bi domdarî wiha got, ‘’Çawa ku di demeke de dihat gotin 'Kurd nîne, Kurd qediya ye' Pêngava 15'ê Tebaxê weke pêngaveke vejînê pêk hat, di demeke ku dihat gotin, 'PKK diqede, me tasfiye kir' de, pêngava 1'ê Hezîranê weke pêngavek azadiyê dest pê kir. Pêngava 1'ê Hezîranê pêngavek li dijî komploya navneteweyî, li hemberî rejîma qirker a çandî û pêngaveke berxwedanê ya li dijî nokerî û tasfiyekariyê bû.

Eger tevgera azadiyê ya Kurd di serdema heyî de hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê têkoşîna xwe ya îdeolojîk, leşkerî û siyasî di asta herî bilind de dikare bimeşîne û serketinên mezin bi dest dixe, para 1'e Hezîranê gelekî girîng e. Ruhê ku bi pêngava 1'ê Hezîranê re derkete holê, îro xwe li her qada têkoşînê nîşan dide. Erdogan û hikumeta wî ya çete, ku bi rengekî bêsînor faşîzmê dikin, ji bo vî ruhê azadiyê tine bikin, çi ji wan tê dikin. Di vê çarçoveyê de bi pêkanînên faşîst û êrîşên bê perwa, berê xwe dide gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk û azadîparêz ên li Tirkiyeyê. Bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan jî, careke din ji şervanên azadiyê û gelê Kurd tê. Ev êrîş jî wê bê encam bimînin û yên bi ser bikeve wê berxwedêrên ruhê 1'ê Hezîranê bin.’’

‘TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN WÊ JIN BIKIN’

‘’Em dizanin, rol û mîsyona herî mezin a vê serketinê, dikeve ser milê şervanên azadiyê. Weke YJA Star, me ruhê azadiyê yê ji Nûdayan, Sorxwînan, Bêrîtan Şemzînan, Dîcleyan wergirtî, bi Çîçekan, Rûkenan, Binevşan û Rojînan dewam kirin. Ruhê van hevrêyên me xwe di şexsê Nalînan, Stêrkan, Hêlînan, Hîndîstanan û Jîndayan de careke din nîşan da. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê vî ruhî di her kêliya têkoşîna xwe de bidomînin. Li dijî zîhniyeta ku hewl dide her tiştên jinê, jiyanê, azadiyê û cihêrengiyê bişewitîne, tine bike; ji bo nixumandina qirêjiya xwe êrîşî rastî û bedewiyê dike, têkoşîna herî mezin wê ji aliyê jinan ve were dayin.

Çawa ku Yerîvanan, Nûjiyanan, Zeryayan bi ruhê 1'ê Hezîranê weke mertalên zindî berê xwe dan refên azadiyê û barê têkoşîneke mezin hilgirtin, em bawerin wê keçên leheng ên Kurdistanê îro jî bi heman ruhî, cihê xwe di nava vê têkoşîna mezin û bi rûmet de bigirin.

Em îdîaya xwe ya jiyana azad û biryardariya xwe ya ji bo serketinê bi vê wesîleyê dubare dikin. Li ser vê bingehê em Pêngava Azadiyê ya 1'ê Hezîranê di serî de li Rêberê xwe, li şehîdên xwe, li şervanên azadiyê û gelê xwe pîroz dikin. Ya bi ser bikeve wê azadî be.’’