Axîn Meşkan di sala 2010’an de ji gundê Meşkan a girêdayî Geverê beşdarê nava refên gerîlla dibe. Di sala 2016’an de li Şemzînanê li hember artêşa Tirk heya dawiyê şer dike piştî ku cebilxaneyên wê xilas dibe ji bo ku dîl nekeve destê neyar xeta Besê, Zarîfe, jinên Kela Dimdimê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dişopîne û xwe ji zinarê de davêje. Hevrêya wê ya têkoşînê jiyan, kesayet û tekoşîna wê bi vî awayî dinirxîne: "Axîn di tevahî jiyana xwe de serketî bû, ji bo wê yekê jî bû şopdarê xeta hevrê Bêrîtan, Zîlan, Besê û hevrê Çîçek bû."
'DI ASTEKE BILIND DE XWEDÎ ÎDEAYA AZADIYÊ BÛ'
Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Têkoşîn Amanos bi van gotinan qala hevrêya xwe Axîn Meşkan dike; "Hevrê Axîn ji malbatekê welatparêz beşdarê nava refên gerîlla dibe. Gundê Meşkan jî xwedî qehremanên bêhempane, yek ji wan qehremanan jî hevrê Axîn e. Hevrê Axîn ji malbatekê xwedî ked û nirxê Kurdbûyînê re girêdayî mezin dibe. Tevahî temenê xwe yê gerîlatiyê di qada Xakurkê de derbas kiriye. Di nava hevalên xwe de gelek tê heskirin, ji xwe heval Axîn hevalek gelek dilxweş, xwîn germ û kêfxweş bû."
Tekoşîn di gotinên xwe de dibêje, ji bo ku mirov qala hevrê Axîn bike dem û peyv têrê nake û berdewam dike; "Ji ber bi rastî jî tevahî jiyana wê dagirtî derbas dibû. Sekin, lêhûrbûyîn, coş û îdeaya wê ya li hember jiyanê tekoşîna wê ya li hember neyar jî da diyar kirin. Hevrê Axîn li hember neyar ruhekê tijî berxwedan da raberkirin. Berxwedanî û têkoşîna ku hevalên jin di qada Xakurkê de dane raber kirin, weke hevrê Bêrîtan, Çîçek, Rozerîn, Ekîn û hwd. bandoriya xwe li ser heval Axîn jî dabû çêkirin. Ji bo vê jî xwest xeta wan hevrêyan bide berdewam kirin. Her tim îdeaya xwe ya azadiyê dida diyar kirin."
'HEVRÊ AXÎN HEVRÊYA RÊ Û DOZÊ BÛ'
Têkoşîn qala qada Xakurkê jî dike dibêje; "Ji roja artêşbûyîna jin heya roja me ya îro her tim lehengên weke hevrê Bêrîtanan, Axînan di qada Xakurkê de derdiketiye pêş. Hevrê Axîn berxwedanî, tekoşîn û xeta hevrê Bêrîtan a di sala 1992'an de da berdewam kirin. Di sekn û îdeayê xwe de vê berxwedaniyê danî holê. Hevrê Axîn di jiyana xwe de jî xwedî seknekê birdozî, zanist û girêdayî bû."
Têkoşîn di nava gotinên xwe de qala hevaltiya Axîn Meşkan dike; "Rêgezên hevaltiyê di kesayetiya xwe de dida avakirin. Hevrê Axîn hevrêya demên zehmet bû û bi rastî jî hevrêya rê û dozê bû. Hevrê Axîn di kîjan qadê de dibû bila bûbûya pişta me lê sexlem bû. Ev di aliyê jiyanê de, şer de, birdozî û parastina rêgezê jiyanê de dibe wisa bû. Her kes pir baş dizanî ku cihê heval Axîn lê ye ewê xeta rêxistinê bi parêze. Li hember şaşitî û nebesiyan xwedî helwestên bi tund bû. Ev nava şer de jî bi vê awayî bû."
Têkoşîn anî ziman ku lêhûrbûyînên wê ew bû ku bibe xwedî kesayetekê serketî û got, "Her tim digot bila tu tiştekê hevalên min neyê bila min were. Ev jî çavkaniya xwe ji ruh û girêdanbûyîna wê ya hevalbendiyê digirt. Heskirin û nirxek gelek mezin dida hevaltiyê. Bi dilekê xweş derbasê qada Şemzînan bû. Çawa ku her tim nava jiyanê de di got ezê bibim xwedî jiyanekê û çalakiyekê serketî bi rastî jî vê pêkanî."
Têkoşîn bi vî awayî balê dikşîne li ser sekna Axîn ya nava şer de; "Ji xwe hevrê Axîn her tim digot ez ji xwe re mirinekê ji rêzê napejirînim. Operasyonên ku neyar di sala 2016'an de di qada Şemzînan de pêkanî bû heval Axîn bi seknekê mezin li hember wan operasyonan nîşan da û şer kir."
'HEVRÊ AXÎN JI BO ME BÛ XETA JINA AZAD'
Têkoşîn nava nirxandinên xwe de bi vê awayî qala şêwazê şahadeta Axîn Meşkan dike; "Hevrê Axîn di nava şer de şer koordîne dike. Hevalan diparêze heya dawiyê jî li hember neyarê dagirker şer dike. Heya ku cebilxaneya wê heye şer dike piştê ku cebilxaneya wê namîne, bi rêya cîhazê hevalan re dikeve pêywendiyê de û di dawiyê de dibêje; 'heval cebilxaneya min nemaye. Baş xwe meyze bikin û baş xwe bi parêzin'. Bi vî awayî xatirê xwe ji hevalan dixwaze. Ji bo ku dîl nekeve destê neyarê xwînxwar li cihê şer lê dike xwe ji zinarê davêje û bi vî awayî şehîd dikeve."
Têkoşîn di dawiya gotinên xwe de soza tolgirtinê dide û bi vî awayî jî dawî li gotinên xwe tîne; "Hevrê Axîn ji bo me bû xeta jina Azad. Ji bo wê jî tevahî sozên me û tekoşîna me wê xwe gihandina vê xeta azad be. Wê tevahî tekoşîna me û îdeayê me ew be ku ew mîras û xeta hevrê Axîn ji me re hiştiye em xwedî lê derketin be. Sekin, beşdarbûyîn û nêrînên rêheval Axîn yê di sala 2016'an wê ji bo me bibe taxtîkên demê. Hevrê Axîn bû berdewamiya xeta Bêrîtan, Zîlan û Çîçek'an. Ji xwe re xet û berxwedaniya van hevrêyên bêhempa esas girt. Em jî soza tolgirtina van hevrêyên xwe didin."