Ji bo Parlamentera HDP'ê Besîme Konca 2 sal û 6 meh ceza

Di derbarê Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca de, 2 sal û 6 meh ceza hate dayîn. Parêzerên Konca ji ber piştguhdana daxwazên wan ên ji aliyê dadgehê ve ji dozê vekişiyan.

5'emîn rûniştina doza Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya ku bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê Cîhat Tûrkan ê ku li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest da bûye û di merasîmê de "Propagandaya rêxistinê" kiriye lê hat vekirin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP, DBP, KCD'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parzerên baroyên Amed û Êlihê jî amade bûn.

Rûniştin bi xwendina îdîanameyê destpê kir û bi parêziya parêzeran domand. Parêzer Bayram Aslan ê ku di rûniştinê de parêzî kir, got ku Konca bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û biryar biryareke siyasî ye. Arslan, beyanên xwe yên berê dubare kir û xwest ku muwekîla wî bê berdan. Parêzer Kubra Demir jî anî ziman ku ew dixwazin ji dosyeyê vekişin û wiha got: "Ev dosye di dîroka derhuqûqiya Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Dosye ji derhuqûqiyan derbas nabe."

Piştî ku daxwaza dema pêvekî ya di derbarê esasê de ji hêla dadgehê ve hat redkirin, parêzerên Koncayê biryara vekişîna ji dozê dan. Parêzerên ku ji salona dadgehê derketin, wek temaşevan beşdarî rûniştinê bûn. Piştî vê parêzerên Baroya Amedê xwestin ku ew mudaxilî dozê bibin. Dadgehê, bersiva daxwaza mudaxiliyê ya parêzerên Baroya Amedê neda.

Piştî vekişîna parêzeran, Konca parêzî kir. Piştî parêziya Koncayê dadgehê 2 deqîqe navber da rûniştinê û piştî navberê biryara xwe daxuyand. Dadgehê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" 2 sal û 6 meh ceza li Koncayê birî. Heyeta dadgehê, berdewamiya girtina Koncayê jî da.

Konca ya ku biryar bihîst wiha got: “Hûn pêşî dibêjin ka daxwazên we çi ne. Lê belê hûn daxwazên me nanirxînin jî. Ji ber vê yekê huqûq tune ye. Biryarên ku berê hatine dayîn tên li vir tên xwendin. Li Stenbolê hin goristanên bênav hene. Ev goristanên bênav gorên celadên dema Osmanliyê ne. We huqûqê veguherandin gorên bênav. Wek kesên hilbijartî em ê têkoşîna xwe bidomînin."