Bi mîlyonan jin ji ber nexweşiyên ne giran dimirin

28'ê Gulanê 30. salveger ragihandina 'Roja Tevgera Tenduristiya Jinê ya Navneteweyî' ye. Tevî pêşketinên girîng jî, nexweşiyên dikarin pêşî li wan bê girtin, dibin sedem ku bi mîlyonan jin, bi taybetî dayik jiyana xwe ji dest bidin.

28'ê Gulanê 30. salveger ragihandina 'Roja Tevgera Tenduristiya Jinê ya Navneteweyî' ye. Tevî pêşketinên girîng jî, nexweşiyên dikarin pêşî li wan bê girtin, dibin sedem ku bi mîlyonan jin, bi taybetî dayik jiyana xwe ji dest bidin.

28'ê Gulanê, cara yekemîn li Costa Rîcayê di civîna sala 1987'an a saziya navneteweyî ya bi navê "Women's Global Network For Reprodûctîve Rîghts (WGNRR)" ji bo parastina tenduristiya zayendÎ reproduktîf û mafên jinan, hate ragihandin.

Bi wesîleya "Roja Tevgera Tenduristiyê ya Jinê ya Navneteweyî", her sal roja 28'ê Gulanê li gelemperiya cîhanê ji aliyê komên jinan û tenduristiyê ve aktîvîte tên lidarxistin û girîngiya tenduristiya jinê tê bibîrxistin. WGNRR di vê çarçoveyê de ji saziyên neteweyî û navnetweyî û hikumetan re qala girîngiya tenduristî û mafên jinan dike.

Ji ber taybetmendiyên xwe yên xwezayî, nexweşiyên ji mêran cudatir li nava jinan der dibin. Tevî ku ev nexweşî dikarin bên astengkirin jî û li gel mirina ji ber van nexweşiyan hinekî kêm bûye jî, ne di asta têrker de ye.

Di serdema heyî de, pirsgirêkên sereke yên ku li jinan der dibin, kanserên pêsîrê û malzarokê ye. Tenê ji ber van her du cureyê kanserê zêdeyî mîlyonek jinan jiyana xwe ji dest dane. Di van nexweşiyan de, ku teşxîsa zû û tedawiya wê girîng e, rêjeya başbûnê bi taybetî li welatên xizan gelekî kêm e.

Li welatên pêşketî yên mîna Amerîka Bakur, welatên Skandînavya ya jî Japonyayê, rêjeya başbûnê ji sedî 80 ye. Li aboriyên bi pêş dikevin, ev rêje ji sedî 60 e. Lê belê li piraniya welatên xizan ev dadikeve rêjeya ji sedî 40'î.

DI DEMA DUCANÎ Û KOMPLÎKASYONÊN JIDAYIKBÛNÊ DE ZÊDEYÎ 300 HEZAR MIROV JIYANA XWE JI DEST DIDIN

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), piraniya wan li welatên xizan, her sal bi sed hezaran jin di dema ducanî û komplîkasyonên jidayikbûnê de jiyana xwe ji dest didin. Tê texmînkirin ku ev hejmar zêdeyî 300 hezarî ye. Tê gotin, bi giranî ji ber hemorajî, enfeksiyonan, kurtajên bi rîst û di nava rewşeke nebaş de tên kirin, tansiyona bilind û komplîkasyonên giran ên ji ber ducaniyê, jin jiyana xwe ji dest didin.

Ev pirsgirêk jî, li gleek welatan ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê, kêmaniya kalîteya xizmetên tenduristiyê û tinebûna derfetên madî, rê li ber mirina jinan vedike.

MIRIN HATIBE KÊMKIRIN JÎ, HÊ JÎ ASTEKE GELEKÎ BILIND DE YE

Li gorî Armancên Mîlenyûm ên Neteweyên Yekbûyî, divê mirina dayikan heta sala 2030'î ji 100 hezarî dakeve 70'î. Lê belê li gorî daneyên WHO, ev rêje di sala 1990'î de 385 bû, di sala 2015'an tenê ji 100 hezarî daketiye 216'an. Wekî din, mirina jinan a di dema jidayikbûnê de di nava 25 salan de ji sedî 43 kêm bû. Ev yek weke 'serketineke' girîng tê dîtin.

Vîrûsa Hûman papîlloma vîrûs (HPV) weke yek ji vîrûsên herî xetere yên li gelemperiya cîhanê li dijî tenduristiya jinê tê dîtin. Ji ber tedawînekirina sîfîlîsa bi jin û mêran re, her sal zêdeyî 200 hezar jin di dema welidînê û 90 hezar pitik jî piştî jidayikbûnê jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber ku tedawiya piraniya van nexweşî û vîrûsan heye, ev rewş van nexweşiyan bi giranî dike pirsgirêka welatên xizan.

TENDURISTIYA DAYIKÊN ZAROK

Pirsgirêkên zayendî û reproduktîf, yek ji sê pirsgirêkên tenduristiyê yên jinên navbera 15-44 salî de ne. Tevî hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî jî, li gelek welatan têkiliya zayendî ya bê parastin tê kirin. Ev jî dibe sedema sereke ya rûdana pirsgirêkên tenduristiye li welatên bi pêş dikevin.

Li gelek welatan, tevî ku di qanûnan de hatiye qedexekirin jî bi dehan mîlyon zarokên keç tên zewicandin. Ji ber ducaniya dema zewacê û ne zewicî, ji 13 heta 15 hezar zarok zû ji dayik dibin. Ji ber komplîkasyonên dayiktiya di emrê zarokatiyê de rê li ber vedike, jinên ciwan jiyana xwe ji dest didin. Dawîanîna li ducaniyê bi rengekî ne il gorî pîvanên tenduristiyê, yek ji sedemên bingehîn ên mirina dayikan e.

Piraniya jinên ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin, li wleatên ji aliyê sosyo-aborî ve li paş mane ya jî bi pêş dikevin. Para vê yekê di mirina dayikan de ji sedî 13 heta ji sedî 15 ye.

NEXWEŞIYÊN JI BER PIRSGIRÊKA AVÊ

Di serî de li Afrîkayê, li Başûrê Asyayê û hin deverên din ên cîhanê, ji ber kêmaniya çavkaniyên avê, ya jî ji ber ku av nagihêje malan, pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê rû didin. Enfeksiyonên ku pirsgirêka hîjyenê ya ji ber nebûna avê rû didin, her sal rê li ber mirina 30 hezar jinan û herî kêm 400 hezar zarokan vedikin.

Li gorî platforma pir neteweyî ya bi navê Konseya Avê ya Cîhanê (WWC), li cîhana me ku nifûsa xwe gihîştiye 7,5 mîlyarî, bi qasî 924 mîlyon mirov ji ava paqij a vexwarinê bêpar in. Li xaniyên 2,4 mîlyar mirovî jî tesîsatên pêwîst ên avêt û kanalîzasyonê nîne.