Çalakiya Edaletê li pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê hat lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê lêgerîna edaletê ya ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê ji berdewam kir.

Ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê vê hefteyê ji berdewam kir. Çalakiya edaletê ku dibin pêşnegtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê de hatî lidarxistin, endamên Tevgera Jinên Kurd û Yekitiya Jinên Sosyalîst tevlî çalakiyê bûn.

Li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê jin li hev civiyan û bi dirûşmeyên 'Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne' ber bi Boruya Enformasyoan Kurdistanê ku her 3'ê jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn qetilkirin ve meşiyan.

Di çalakiya vê hefteyê pêk hatî de, daxwaza derxistina rastiyan ji edaleta Fransa hate kirin.

Li aliyê din jinan di çalakiya edaletê de banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan ji bo 1. Festîvala Jinan a Fîdan Dogan a ku di 4'ê Hezîranê roja Yekşemê li Parîsê were lidarxsitin, kirin.