YPS Jin, şehîd Zeryan bi bîr anî

Koordînasyona YPJ Jinê, Ayşegul Kaçar bi nasnav Zeryan Denîz Amed a li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de 28'ê Gulana 2016'an şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyaniya YPS Jinê li malpera YPS online hate weşandin û hat destnîşankirin, ku salên di dîroka gelan de berdêlên mezin ji bo azadiyê hatine dayin, salên serbilind ên wê civakê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ya ku civakê dike civak, hevgirtî dike û hêza têkoşînê dide wan, ev salên bi rûmet in" û hat destnîşankirin, ku serdema 40 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêvajoyên bi vî rengî tijî ye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna berxwedana xwerêveberiyê di nava vê serdemê de û hat ragihandin, ev yek serdemeke dîrokî ye, serdema ku berê xwe li jiyana azad e.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mîna her serdemê, di vê serdemê de jî leheng hene ku dîrokê dinivîsînin. Afirînerên çîroka bi deh hezaran lehengên vê berxwedanê, berxwedêrên gelê me, jinên Kurd, ciwanên Kurd, berxwedêrên YPS û YPS Jinê ye. Bi taybetî, helwesta 'teslîm nebûnê', ku di şexsê jinên Kurd de bi sedan salan dewam kir û bi ruhê bi dehan şervanên YPS Jinê şênber bû, çeka herî bi bandor a serketinê ye. Bi taybetî, hevrêyên me yên mîna hevrê Zeryan, ji bo vê kevneşopiya hezaran salan bidomînin, di oxira azadiyê de, di oxira welat, şeref û rûmetê de weke fermandar û şervanên mezin jiyan û bi vî rengî xatir ji jiyanê xwestin. Di têkoşîna berxwedanê de bi her gotina xwe, bi her helwesta xwe, li cihê pêwîst bi hêrsa xwe û bi hevrêtiya xwe ya rû li ken, di vê serdema dîrokî de veguherî xetekê, veguherî xeta azadiyê û şervanên azadiyê. Di dilê her şervaneke/î li Şirnexê li ber xwe dan, cesareteke mezin a ji hevrê Zeryan wergirtî heye. Berxwedêrên kolan bi kolan li çeperan şer kirin, pişta xwe spartin hevrê Zeryan. Her şervaneke jin a endama YPS Jinê, ku li refên herî pêş bi rengekî bêteredût bi ser dijmin ve dimeşiyan, bi ronahiya wê meşiyan.

Hevrê Zeryan ne tenê li Şirnexê, li qadên berxwedanê, her wiha ji salên destpêkê yên ku bi coşeke mezin têkoşîna azadiyê nas kir, di her kêliya ku bi coş û serbilindî li çiyayên Kurdistanê digeriya, weke ku qîmetê herî mezin bide jiyanê, bi wêrekî, bi rengê jinê ji bo hemû hevrêyên xwe bû alayek. Mîna nîşaneyekê jiya, ku qada hemû çîrokên xweşî û bedewiyê dikir, hemû nirxên rast û adîl temsîl dikir û nîşan dida ku kî ye û ji ku hatiye. Dilsoziya hevrêyên wê pê re, ku heta dawiya jiyana xwe li gel wê meşiyan, ji ber vê yekê ye.

Di salvegera yekemîn a şehadeta wê de, hemû hevrêyên wê yên dozê, dîsa li ser şopa wê ne. Hemû jinên şervan ên ji bo azadiyê şer dikin, îro jî şopdarên Zeryan e. Serbilind in ji ber ku şopdarên Zeryan in. Bi biryar in ku mîna Zeryan şer bikin û ber bi serketinê ve bimeşin. Li ser vê bingehê, bi wesîleyea yekemîn salvegera şehadeta wê, em wê û di şexsê wê de hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bibîr tînin û careke din dibêjin, ku em ê bi germaniya soza tolhildana wan pêşwaziya siberojê bikin."