TŞYJ: Karacagîl ruhê hevpar ê gelên me bû
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ), Ayşe Denîz Karacagîl bi bîr anî û got, "Ew nasnameya milîtaneke şoreşger a yekbûyî bû. Ruhê hevpar ê gelên me bû, daxwaza azadiyê ya jinên me bû."
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ), Ayşe Denîz Karacagîl bi bîr anî û got, "Ew nasnameya milîtaneke şoreşger a yekbûyî bû. Ruhê hevpar ê gelên me bû, daxwaza azadiyê ya jinên me bû."
Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ), ji ber şehadeta milîtana MLKP'ê Ayşe Denîz Karacagîl, ku li Reqayê jiyana xwe ji dest da, peyameke nivîskî weşand.
Di peyamê de Karacagîl bi rêzdarî hate bîranîn û hat gotin, "Jiyaneke wê ya bi rûmet hebû, ku ji bajarên Tirkiyeyê gihîşt çiyayên Kurdistanê û ji çiyayên Kurdistanê berê xwe da Reqayê. Xwedî kesayetiyeke azad û şehadeteke watedar bû. Hevrê Destan, bi ruhekî piştevaniyê yê şoreşger, bi hişmendiya ku hemû nasnameyên cuda yên li ser vê axê dikarin di bedewiya jiyana azad de bigiêjin hev, şer kir û şehîd bû. Bi kîjan hêrs û tolhildanê li dijî faşîzma Tirk şer kir, bi heman hêrs û tolhildanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jî şer kir."
Di dewama peyamê de hat destnîşan kirin, ku hevrê Destan mîna navê xwe bûye destanek, destana azadiyê, destana şoreşê, destana hevrêtiyê, destana şer. TJŞJ ragihand, bîranîna destan, serketina têkoşîna azadiya jinê û hevgirtina şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê li wan ferz dike û wiha dewam kir: "Ew nasnameya milîtaneke şoreşger a yekbûyî bû. Ruhê hevpar ê gelên me bû, daxwaza azadiyê ya jinên me bû. Serhildêra hemdem a gelê Tirkmen ku bi sedan salan li vê axê serî hilda, sembola çanda jiyana bi hev re ya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bû.
Şehadeta wê, biryardariya me ya 'em ê teqez bi ser bikevin' xurtir kiriye. Em ala hevrêya xwe Destan ji destê wê digirin û careke din soz didin, ku em ê bi enerjiya wê ya şoreşê û azadiyê, bi dilnizmî û ruhê wê yê fedayî, şoreşa yekbûyî ya jinan û gelên xwe pêk bînin."