Di êrîşa duyem a dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser sivîlên ji Kantona Firatê ji bo çalakiya nobetê ber bi Bendava Tişrînê ve diçûn de 3 kes hatine qetilkirin û 19 kes jî birîndar bûne.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Tebqa, Reqa û Kobanê û hate zanîn ku welatiyên sivîl ên bi navên; Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer jî şehîd bûne.
Navên kesên birîndar ên hatine tespîtkirin jî wisa ne: Îlham Xelîl Derwêş (36), Dîlan Murad Xelîl (21), Edle Mustefa Mihemed Elî (24), Azad Idrîs, Yasir Hemîd, Mazlûm Hemo (30), Meryem Henan (70), Mahir Mehyedîn, Kurdo Mehmûd Hesen, Fatme Omer Elî, Izedîn Hecî Ebas, Osman Îbrahîm, Hîbe Omer Ezîz, Ronîze û Mihemed Ebdulqadir.