SKB li Belçîkayê azadî ji Yuksekdagê re xwest

Bi banga SKB’ya Belçîkayê, li Brukselê li Place Shûmanê çalakiyek hate lidarxistin.

Rêxistina SKB’ê ya Belçîkayê kampanyaya “Fîgen Yuksekdag teslîm nabe. Îradeya jinê nayê bêdengkirin” da destpêkirin. Navenda Civakî ya Kurd, FEDA û Yekîtiya Ermeniyên Demokrat piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de li ser navê SKB’ê bi Fransî daxuyanî hat xwendin û belavok hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê SKB’ê ev tişt hate gotin: “Heke tişta ku Yuksekdag kiriye sûc be, em jî bi serbilindî dibêjin ku em jî hevkarên vî sûcî ne. Em ê li hemberî dîktatoriya yekzilamiyê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku parlementera me Fîgen azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”