Dayika Rehîme: Zarokên min li ber xwe didin, bi wan serbilind im

Dayika Rehîme nikarîbû cenazeyê kurê xwe bistîne, tenê wêneyek jê re maye.

Dayika Rehîme got, ‘’Ji kurê min tişta ku mayî tenê ev wêne ye, hema ku gorekî wî hebûya, min ew bêhn bikira û maç bikira’’

Yek ji wan malbatan ku ji bo zarokên xwe yên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane nekarîn gorekê jî çêbikin Malbata Demir e. Malbata Demir ku kurê wan Veysî Demîr (Xeyrî Çiya) 2004’ân tevlî nav refên PKK’ê bû, 2007’an hîn bûn ku kurê wan li Rojhilatê Kurdistanê bi şerekî bi pastarên Îranê re jiyana xwe ji dest daye. Malbatê nekarî cenazeyê kurê xwe bistînin. Dayika Rehîma Demîr niha tekane tiştê ku ji kurê wê mayî, wêneyê kurê xwe hembêz dike û bêhn dike. Keça dayika Rehîma Peyam jî tevlî şoreşa Rojava bû û di refên YPJ’ê de têdikoşe.

HÊ DI ZAROKTÎ DE BARÊ MALBATÊ HILDIGIRE

Veysî Demir (Xeyrî Çiya ) ku 1987’an li Pirsûsê hatî dinê dibistanê naxwîne, hê di zaroktî de neçar dimîne ku li malbatê binere. Veysî ji Pirsûsê diçe Rihayê, li vir li xwaringehan dixebite û bi vî awayî destekê dide aboriya malê.  Dayika Veysî wiha dibêje: ‘’Hevserê min, hê dema ku Veysî 8 salî bû dev me ji qeriya û bi yeka dî re zewicî. Veysî wê demê hê zarok bû, barê malê kete ser milê wî. 14 salî hate Rihayê û dest bi xebatê kir.’’

Veysî 2004’an ji Rihayê dertê û berê xwe dide çiyayan. Dayik Demîr dibêje piştî vê heta ku roja şehîd bûyî jî ji Veysî yek agahî wernegertiye.

PASTARÊN ÎRANÊ HOVÎTÎ LI SER CENAZE KIR

Dema ku dayika Rehîma li Siwerekê, Gulana 2007’an bi zarokê xwe re li erdan dixebitî agahî jê re hat ku kurê wê şehîd bûye. Dayika Rehîma bi bayê bezê tê Pirsûsê û ji bo ku cenazeyê kurê xwe bistîne serlêdanê dike. Lê cenaze di destê pastarên Îranê de maye û malbat nikare cenaze bistîne. Dayik Demîr got, ‘’Kurê min di şerê dijî pastarên Îranê de şehîd dibe, piştre pastar bi cenaze dilîzin û hovîtiyê li cenaze dikin, cenaze didin windakirin. Me nikarîbû cenaze bistînin.’’

Dayika Rehîma bêrîkirina xwe ya li kurê xwe yê şehîd bûyî wiha vedibêje…