Parlementera HDP'ê Besîme Konca hate girtin

Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya ku di 3'yê Gulanê de hatibû berdab, îro dubare hat girtin.

Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya di 13'ê Kanûna 2016'an de hatibû girtin û di 3'yê Gulanê, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hatibû berdan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê di derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn û îro li Balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Konca birin edliyeyê û li salona dadgehê bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" biryara girtina wê hat xwendin û ew birin gritîgehê.

Danişîna dozê wê di 31'ê Gulanê de bê dîtin.