Li Sardegnayê semînerên jîneolojî

Bi organîzekirina Rete Kurdistan Sardegnayê li girava Sardegnayê li çar bajaran semînerên jineolojiyê hatin lidarxistin.

Bi hevkariya Komîteya Jineolojiyê ya Ewrûpayê semîner hatin lidarxistin û projeya gundê Jinan a bi navê Jinwar a li Rojava hate nasandin.

Jineolojî ya ku di warê têkiliyên gerdûnî de roleke girîng dilîze, vê carê berê xwe da Girava Sardegnayê ya Îtalyayê. Haskar Kirmizigul a ji Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê ye semîner lidar xist. Di van semîneran de têkildarî tecrubeyên tevgera jinên Kurd û têkiliya jineolojiyê ya bi zanistên civakî pêşkêşî hatin kirin.

SASSARÎ

Semînera pêşîn bi beşdariya 45 kesan li Sassariyê hate destpêkirin. Kirmizigul li vê derê têkildarî jineolojiyê axivî û diyar kir ku jineolojî zanisteke wisa ye ku tevî civakê dikare xwe ava bike û li Rojava rêxistibûna jinan a di qadên wekî siyasî, çandî, ekonomîk û perwerdehiyê de li gorî vêya naverokekê ava dike.

ALGHERO

Semînera duyemîn li bajarê Algheroyê jî di 25’ê Gulanê de li navenda çandî ya Respûblîcasê hate lidarxistin. Sî kes beşdarî vê çalakiyê bûn û xebatên pratîk ên jineolojiyê hatin qalkirin. Semîner bi pêşkêşiya Kirmizigul û pirsan domiya.

CAGLÎARÎ

Sêyemîn semînera li Sardengnayê li Caglîariyê dest pê kir. 50 kes beşdarî vê semînera jineolojî bû. Di heman demê de kurtefîlmê li ser projeya “Jinwar” ya ku li Rojava gundê jinan e jî li vê derê hate nîşandan.

SÎNÎSCOLA

Eleqeya herî zêde li vê derê hate dîtin. Ji ber ku şaredariyê cih neda jinan, şêniyên vî bajarê alîkarî kirin. Nêzî 100 kes beşdarî vê semînerê bûn. Di semînerê de Antropolog Cînzîa Masûrî qala lêkolînên xwe yên li ser serdema neolotîk kir. Piştî Masûrî jî Kirmizigul qala zindîbûna çanda neolîtîkê kir û got: “Jineolojî bi şopanda çanda xwedawendan wê heqîqeta jinan derxe holê.”

Rêzesemîner bi civîna nirxandinê ya ku 20 kes beşdar bûn re bi dawî bû.