Berxwedana ciwanan a li dijî desteserkirinê didome

Berxwedana ciwanan a li dijî desteserkirinê li Taxa Yenîpazar a Akdenîz didome. Ciwanan li kolanan agir vêxist û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Berxwedana ciwanan a li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê di roja 6’emîn de didome. Ciwanan li Taxa Yenîpazarê agir vêxist û bêyî navber dirûşme berzkirin. Polîsên Tirk bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan, ciwanan bi molotof û fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ciwanan diyar kir ku heta qeyûm biçe ew ê li ber xwe bidin.