TJA: Besîma Konca jî û em jî em ê berxwedanê bidomînin

TJA’yê li dijî girtina Besîme Konca helwest nîşan da û got, ‘’Ti êrîş wê nikaribe wê û me ji berxwedanê dûr bigire.’’

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo girtina Wekîla HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘WÊ NIKARIBIN JI BERXWEDANÊ DÛR BIXIN’

TJA’yê di daxuyaniyê de got hevala wan Besîme Konca bi talîmeta tifaqa AKP-MHP’ê hatiye girtin, Konca ji hêla gelên Tirkiyê ve hatiye qebûlkirin û ji hêla jinan ve bi dengên bi milyonan ên HDP’ê  hatiye hilbijartin û wiha dom kir: ‘’Li dijî hişmendiya zilam-serweriyê ya ku civakê ji hêla sincî û polîtîk ve dipişêve tim li kuçe, taxan, li Meclîsê li ber xwe daye. Ti êrîş nikare wê û me ji berxwedanê dûr bigire.’’

BANGA LI JINAN

TJA’yê her wiha bang li jinan kir ku li dijî hikûmeta AKP’ê li hemû deverên ku lê ne rabin ser piyan û têbikoşin.