Cezayê li rojnamevan Dogan hatibû birîn, hate erêkirin
Cezayê 2 sal 9 meh û 22 roj ê girtîgehê, ku li rojnamevan Zehra Dogan hatibû birîn, hate erêkirin.
Cezayê 2 sal 9 meh û 22 roj ê girtîgehê, ku li rojnamevan Zehra Dogan hatibû birîn, hate erêkirin.
Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan, di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê gava nûçe dişopand roja 23'ê Tîrmeha 2016'an hatibû binçavkirin û di çarçoveya îfadeya 'şahidê veşartî' de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatibû girtin.
Dogan, di rûniştina destpêkê ya 9'ê Kanûnê de, ku li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat, piştî 141 rojên li girtîgehê, ji bo bi rengekî negirtî were darizandin, hatibû berdan.
CEZA HATE ERÊKIRIN
Di rûniştina 2'ê Adarê de, ji ber ku Dogan wêneyên li Nisêbînê xêz kiribû li medya civakî parve kir û notên Elîf Akboga ya 10 salî kir nûçe, 2 sal 9 meh 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ev ceza piştre çû ber destê Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê. Dadgehê jî bi hinceta ku "pêwîstî bi betalkirina vî cezayî nîne" ceza erê kir.