Li Lozanê ji bo wekîlên girtî çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo wekîlên jin ê girtî çalakiyek hate lidarxistin û daxwaz bi lezgîn berdana wekîlan hate kirin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê îro li ser banga meclîsa Jinên Lajîn a Lozan û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), bi sedan jinên ku li pêşiya parlemetoya Lozanê kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê, daxwaza bi lezgîn berdana jinên hilbijratî yên girtî kirin.

Di daxuyaniya hate kirin de ev tişt hate gotin: “Em banga azadiya jinên siyasetmedar ên girtî dikin, li dijî zilma li ser Hevseroka Gişît ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên jin ên din tê kirin, banga daxwaza azadiyê bilind bikin û piştgirî bidin, dikin.”

Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde bi dawî bû.