Ciwanên Qamişloyê tabûra 9’emîn ava kirin

Ciwanên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker berxwedanê mezin dikin, di bin sîwana HPC’ê de tabûra 9'emîn ava kirin.

Ciwanên Taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ’ê, di bin sîwana Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi daxuyaniyekê avakirina tabûreke din ragihand.

Daxuyanî li navenda ciwanan a Taxa Qidûrbegê, ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ehmed Xazî ve hat dayîn. Ehmed Xazî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û destnîşan kir ku dagirker dixwazin vî welatî ku bi fedakariya hezaran şehîdan hatiye avakirin, dagir bikin û pêkhateyên herêmê qir bikin.

Xazî diyar kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo piştgiriya berxwedana QSD û YPJ’ê, ew avakirina tabûra xweparastinê radighînin.

Di kêliya daxuyaniyê de alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê" hatin berz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ciwanên Qamişlo li taxên Enteriyê, Cûdî, Aşûrî û Qidûrbegê, heya niha bi giştî 9 tabûrên ku di bin sîwana HPCˋê de ava kirine.