TJA: Heta ku hemû jin azad bibin..

TJA’yê destek da biryara çalakiyê Meşa Jinan a Dinyayê û got, ‘’Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin’’. Jinan ji bo çareseriya pirsa Kurd Ocalan destnîşan kirin.

TJA’yê ji bo biryara çalakiyê ya Meşa Jinan a Dinyayê daxuyanî da û got, li dijî serweriya zordar ew ê li her devera dinyayê li ser piyan bin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî banga çalakiyê ya 24 saetan a bi navê ‘’Hevgirtina Femînîst’a ku Meşa Jinan a Dinyayê di qada navnetewî de standî, li avahiya Navçeyê ya Kayapinarê ya DBP’ê daxuyanî da. Li avahiyê bi Kurdî, Tirkî û Ingilizî pankarta ‘Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin’ vekirin.

 ‘AKP’Ê PÊVAJO QEDAND, BI HEZARAN MIROV MIRIN’

Endama TJA’yê Sultan Şakar diyar kir ku ew ti pêkutiya li ser vîn û bedana jinê qebûl nakin û got jinên Kurd Rewşa Awarte ku nasnameya dîrokî, rêveberiya xwecih, temsîla siyasî û têkoşîna azadiyê kiriye hedefa xwe qebûl nakin û got, ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi destê Erdogan- AKP’ê ve hatiye birîn, di şer de bi hezaran mirov mirine, bajar hatine kavilkirin û xwest ku dawî li zimanê cihêkar, hêrsdar were.

 ‘ÇARESERÎ BI OCALAN RE YE’

Şakar diyar kir di pirsa Kurd de muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got divê hewldanên çareseriyê werin dîtin. Şakar bal kişande ser şertên tercîdên yên ku Ocalan di nav de ye û got tecrîd ne rewşeke hiqûqî û mirovî ye. Şakar xwest li Mitebaqta Dolmabahçeyê veger çêbibe.

Şakar herî dawî got, ‘’Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin.’’