BI DÎMEN

Heyeta MSD’ê ya li Londonê peyama ‘avaniya federatîf’ da

Ji heyeta MSD’ê ya li Londonê hevdîtinan pêk tîne, Nûnerê Têkiliyên Navneteweyî yên MSD’ê Hassan Muhammed Alî peyama, “avaniya federatîf” da.

Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li paytexta Îngilistanê Londonê bi hikûmet, parlamento û rêxistinên girseyî re hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne, ji bo aşitî û aramiya li Sûriyeyê pêşniyara “avaniyeke federatîf” kir.

Berpirsa Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmet û Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yên MSD’ê Hassan Muhammed Alî jî beşdarî seredanan bûn.

Heyeta MSD’ê li Londonê 4 rojan seredanên dîplomatîk pêk anîn. Îlham Ehmed û Muhamed Alî li Londrayê beşdarî hin panel û çalakiyên ku ji aliyê Kurdish Progress, Koma Kurdan ya Partiya Karkeran û Nûnertiya MSD’ê ya Îngilistanê ve hatine lidarxistin, bûn.  Bi taybet jî panela li parlamentoyê hatî lidarxistin, kete rojevê. Îlham Ehmed ji bo Sûriyeyê “avaniyeke federetîf” pêşniyar kir û diyar kir ku avaniyeke federatîf wê ji bo gelê Kurd wê aşitî û aramiyê bîne.

Heyeta MSD’ê, di van seredanan de bi rayedarên Hikûmeta Partiya Karkeran, sendîka, saziyên civakî û tevgerên Kurdistanî re hatin ba hev. Heyeta MSD’ê tevî gelek kesên ji Partiya Karkeran û parlamenterên Partiya Muhafezeker jî bi gelek kesên navdar re jî hevdîtin pêk anî.  Îlham Ehmed bi parlamenterê DUB’ê Sammy Wilson re jî hevdîtinek pêk anî.

Îlham Ehmed, di hevdîtina li gel Sammy Wilson de ku Wilson serdemekê Wezîrtiya Darayî jî kiriye û di nava siyaseta Îngilistanê de kesekî navdar e, bal kişand ser hewcedariya derbasbûna pergaleke federal ya navendî û pirpartiyî ya nûnertiya hemû hêz û pêkhateyên Sûriyeyê dike û ji bo ewlehî û aramiya herêmê giringiya parastina herêmên Rêveberiya Xweser. Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo parastina QSD’ê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê zext li dewleta Tirk were kirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo agirbesteke berfreh were dabînkirin û zext li hikûmeta Sûriyeyê were kirin ku daxuyaniyên xwe bi cih bîne û da zanîn ku bi taybet jî di mijara Elewiyan û komên herêmên din de di navbera kiryar û gotinên hikûmeta nû de cudahî hene.

Parlamenter Sammy Wilson, ji Îlham Ehmedê pirsî bê ka wê çawa navbeynkariyê bikin û cezakirinan betal bikin û wê çawa bikarin di navbera daxuyaniyên hikûmeta Sûriyeyê û veguherandina pêngavên pratîk de hevsengiyekê ava bikin. Heyeta MSD’ê jî girêdayî vê yekê bal kişand ser giringiya diyalogên tevahiya Sûriyeyê, rawestandina şerî û rêlibergirtina hedefên Tirkiyeyê yên têkildarî destwerdana li Sûriyeyê. Wilson anî ziman ku ew amade ye beşdarî heyeteke ku seredana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Bi Parlamenterê Partiya Muhafezeker û Wezîrê Pêşketina Neteweyî yê berê Andrew Mitchell re ji li parlamentoyê hevdîtinek hete kirin. Di vê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê ya heyî û rewşa Rojava hate sekinîn.

Ji heyeta MSD’ê siyasetmedar Osman Baydemîr û Wezîrê Teknolojiyê yê Îngilistanê Feryal Clark jî beşdarî vê hevdîtinê bûn.

Li gel hemû hevdîtinên dîplomatîk bi beşdariya heyeta MSD’ê li otela bi navê The Savoy ku yek ji navdartirîn otêla Îngîlistanê ye, bi boneya 10’emîn salvegera rizgarbûna Kobanê  çalakiyek hate lidarxistin. Beriya çalakiyê ji aliyê Koma Kurdan ya Partiya Karkeran ve resepsîyonek hate lidarxistin.

Beşdarbûna Berpirsa Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmet û Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yên MSD’ê Hassan Muhammed Alî ya ji bo çalakiyê eleqeyeke mezin dît. Wezîrê Parastinê yê Îngîlistanê yê berê, Parlamanterê Partiya Muhafezeker Gavin Williamson, yekem Wezîra Teknolojiya ya jin a Kurd Feryal Clark Demîrcî, Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr,  Nûnerê Rêveberiya Herêma Kurdistanê yê Îngîlistanê Kervan Cemal Tahîr, Sopranoya Kurd Perwîn Chakar, Nûnerê Sendîkaya UNITE the Unionç  Simon Dubbins, endamê Partiya Karkeran Lord Maurice Glasman, Parlamenterê Partiya Karkeran yê berê Loyn Russell Moyel, mafparêz Margaret Owen, endamê Koma Dostaniya Kurdan ya Partiya Karkeran Sarbas Baznnji, Nûnerê Goranê yê Îngîlistanê Shapol Alî Askarî, gelek kesên din û  nûnerên saziyan jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de merasîma rêzgirtinê û nîşandana sînevîzyonê hatin lidarxistin û bi rêya vîdeoyekê peyama Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî hate nîşandan.

Fermandar Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Divê îro em ji hemû gavan zêdetir dengê xwe bilind bikin û bibêjin êdî bes e.  Em îro daxwaza Sûriyeyeke aram ya ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike, azadiya jinan û rêveberiya xweser esas digire daxwaz dikin û ji bo têkariyên we spasiya we dikin.”

Berdevka Têkiliyên Derve yên MSD’ê Îlham Ehmed jî li ser pirsgirêkên Sûriyeyê sekinî û diyar kir ku ew daxwaza pêşerojeke biaram û demokratîk ya girêdayî pergala federal dikin.

Ji Sendîkaya UNITE’yê Sîmon Dublins, yekem Wezîra Teknolojiya ya jin a Kurd Feryal Clark Demîrcî, Wezîrê Parastinê yê Îngîlistanê yê berê û Parlamanterê Partiya Muhafezeker Gavin Williamson û kesên weke Lord Maurice Glasman jî axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê Kurd û QSD ne bi tenê xakên xwe di heman demê de ji bo aşitî, ewlehî û azadiyê parastina berjewendiyên berfirehtir dikin û peyamên piştgiriya Rojava û gelê Kurd hatin dayîn.

Ji Yekîtiya UNITE’yê Simon Dubbins jî wiha got: “Em bang li hikûmeta Îngilistanê dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk gavên bibiryar bavêje. Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Azadiya wî ji bo aştî û aramiya herêmê girîngiyeke jiyanî ye."

Piştî axaftinan Kurdistanî û dostên wan bi stranên Koma Amedê govend gerandin.

Şandeya MSD’ê wê heta 17’ê Çileyê bi saziyên ramanê, kesayet û derdorên akademîk re hevdîtinên xwe yên li ser rewşa Sûriye û Rojava bidomîne.

'PÊŞNIYAZA ME PERGALA FEDERATÎF E'

Nûnerê Têkiliyên Navneteweyî yê MSD'ê Hesen Mihemed Elî nêrînên xwe yên der barê hevdîtinên li Îngilistanê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan heta niha bi Koma Têkiliyên Derve ya Hikûmetê ya Partiya Karker, akademîsyen, parlamenter û saziyên sivîl re rêze hevdîtin pêk anîn. Elî da zanîn ku wan weke Encûmena Sûriyeya Demokratîk nêzîkatî û nêrînên xwe yên der barê bûyerên li Sûriyeyê diqewimin anîne ziman û destnîşan kir ku ji ber ku civaka Sûriyê pir rengîn e sîstemeke navendî ne pêkan e û li şûna wê sîstema federalî wê bibe pergala rêveberiyê ya herî baş.

Mihemed Elî da zanîn ku parlamenter û siyasetmedaran bi giştî gotin ku sîstema federalî sîstema herî rast û guncaw e û wiha domand: “Rejîma Esed hilweşiya. Dem dema avakirina Sûriyeya nû ye. Bendewariya ji Îngîlîzan ew e ku êrîşên dewleta Tirk rawestîne. Dewleta Tirk weke ku tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê hilîne, êrîşê dike. Çawa ku azadiya Kobanê bi gelê Kurd û dostên wan, hemû derdorên demokratîk û hêzên koalîsyonê pêk hat, niha jî parastina Kobanê ya ku semboleke girîng e, gelekî girîng e. Ev êrîş bi armanca qirkirinê tê kirin. Ji bo vê jî divê demildest êrîşên li ser Kobanê bên rawestandin. Parastina Kobanê tê wateya parastina hemû Sûriyeyê. Parastina Kobanê tê wateya parastina mirovahiyê.”

Mihemed Elî da zanîn ku Îngilistan ji ber ku li dijî DAÎŞ’ê di nava koordînasyona navneteweyî de ye, dem bi dem bi nûnerên siyasî re serdana wan dike û got: “Îngilîstan alîgirê diyalog û hevkariyê ye. Dixwazin di navbera me de bibin navbeynkar ji bo ku em bi Şamê re li hev bikin. Girîngiya diyaloga me ya bi Şamê re tînin ziman. Li gorî agahiyên wan, ji bo bidawîkirina şer bi Tirkiyê re danûstandinan dikin. Bi êrîşa dewleta Tirk a li ser Kobanê re ji xurtbûna DAÎŞ'ê bi fikar in. Di parastina xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê de ji bo siberoja Sûriyeyê me serketinên mezin bi dest xistin. Di avakirin û siberoja Sûriyeyê de çavên her kesî li QSD’ê ye.”

Mihemed Elî da zanîn ku Îngilistan HTŞ û MSD’ê weke du hêzên girîng dibîne û wiha got: “Ji bo wan MSD, komeke demokrat û laîk e, ji bo parastina nasname û cudahiyan girîng dibînin û helwesta wan li gel MSD’ê heye. Tirkiye jî ji vê rewşê aciz e. Daxwaza Tirkiyeyê ew e ku ev meclis bê feshkirin. Ji bo vê jî xebatên dîplomatîk dimeşîne.

Ji ber ku em garantorê siyaseta demokratîk û siberoja Sûriyeyê ne, ew hewl dide bandora me di siberoja Sûriyê de lawaz bike. Ji bo ewlehiya siberoja hemû rengan li Sûriyeyê me di hevdîtinên xwe yên li vir de diyar kir ku divê MSD bê parastin û piştgiriya wê bê kirin. Ez dikarim bibêjim ku nêzîkatiya wan a di vê mijarê de jî pir erênî ye. Em hem ji bo xwe û hem jî ji bo hemû herêmê hêvîdar in û hêviya geşedanên baş dikin.”