JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Êzidî ji bo 3'ê Tebaxê banga çalakiyan kirin
Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî diyar kir ku azadiya jinên li Şengalê tê wateya azadiya mirovahiyê û bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo jinên li Şengalê eşkere kir. -
Hejmara 10’emîn a Kovara Jineolojiyê derket
Hejmara 10’emîn a Kovara Jineolojiyê derket. Dosyeya vê hejmarê jî ‘Etîk-Estetîk II: Ziman, Çalakî û Teoriya Qencî û Xweşiyê’ ye. -
Dayikên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe li hev civiyan yê ku di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin. -
'Jinên Îranî bi ya rejîmê nakin'
Rejîma Îslamî ya Îranê ku 40 sal in zextê li jinan dike, tê gotin ku di mijara 'zexta kincên li derveyî Îslamê' de bi ser neketiye. -
KJK: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê
KJK’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên Kurdistanê pîroz kir û got, ‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê’. -
Fîgen Yaşar piştî hate berdan, hat destgîrkirin
Hevşaredara navçeya Kopa Mûşê Fîgen Yaşar piştî ku hate berdan li ser îtiraza dozger careke din hate destgîrkirin. -
Dilsozên Şoreşa Rojava, dayik in
Dilsozên Şoreşa Rojava ku bi jinê dest pê kir û dom kir dayik in, ku zarokên xwe, dilê xwe, ked û canê xwe dane şoreşê.. -
Jinên Êzidî yên li Erîvanê tecrîd şermezar kirin
Jinên Êzidî yên li Ermenîstanê dijîn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. -
Meryem Ferecî ya winda bûbû, cenazeyê wê hate dîtin
Xwendekara Kurd Meryem Ferecî ku beriya niha bi 9 rojan li Tehranê winda bû, cenazeyê wê yê êşkencekirî hate dîtin. -
Hêzil: JIN TV wê rengê heyî yê medyayê biguherîne
Endama Desteya Weşanê ya JIN TV Berfîn Hêzil got, "Em dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ji hev hatine qutkirin ji nû ve ava bikin û tevna jinê ya global xurtir bikin." Hêzil diyar kir ku qenala wan wê bibe danhevî û destketiya hevpar a jinan. -
PAJK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê teslîmiyet qebûl nekir
Koordînasyona PAJK’ê got ku, “Îroj bi îrade û giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê geşkirina têkoşîna civakî, peywir û berpirsyareke mirovî ya bingehîn e.” -
Zexta li Jinnewsê zêde dibe: Doz li midûra nûçeyan vekirin
Daraza Erdogan zexta li ser Jinnewsê zêde dike, doz li Midûr Nûçeyan Safiye Alagaş hate vekirin. Careke dî nüce sûc hatin dîtin. -
Hejmara 16’an a Kovara Roperî derket
16’emîn hejmara Kovara Roperî ku li Girtîgeha Şakranê ji aliyê girtiyên jin ve tê amadekirin derket. Kovara Roperî 3 mehan carekê bi rengekî periyodîk derdikeve. -
Mîrateya 108 salan a nûçegihaniya jinan a Kurdan
Ji Kovara Jinê heta bi JIN TV, di 108 salan de, ji 100’î zêdetir organên weşanê bi raman û keda nûçegihanên jinên Kurd giha ber destê xwendekar û temaşevanan. JIN TV ku 30’ê Hezîranê dest bi weşanê kirî, bi vê mîrasê bi rê dikeve. -
Norweç li Toûloûseyê hate protestokirin
Radestkirina aktivîsta Kurd Gilîzar Taşdemîr a ji aliyê Norweç a Tirkiyeyê li bajarê Toûloûse ya Frnasayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Sîstan û Belûcistanê sedema zewaca zarokan hejarî ye!
Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê temenê zarokên ku dizewicin daketiye 9’an. Rayedarekî diyar kir ku sedema bingehîn a zewaca zarokan hejarî ye. -
Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê de girt
Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê ya Amedê de girt. -
‘Em bêhiqûqiya li dijî Leyla Guven qebûl nakin’
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desteya qesrê desteya şer û patronan e
Meclîsa Jinan a HDP'ê destnîşan kir ku desteya nû ya wezîran 'desteya şer û patronan' e. -
TJA: Pergala nû nîşan dide ku AKP çendî ji jinê dûr e
TJA’yê got, ‘’Biryara yekkirina Wezareta Polîtîkaya Malbat û Civakî û Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî nîşan daye ku AKP çendî ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan dûr e’’. -
Têkoşîna li dijî îstîsmarê divê nesekine
Jinên ku li dijî îstîsmarkirina zarokan têdikoşin, bi biryar in ku heta bidawîbûna vê hovîtiyê li qadan bin. -
Nûçegihana DİHA’yê Orûç hate berdan
Nûçegihana DİHA’yê Şerîfe Orûç a bi BHQ’ê hatibû girtin ji doza jê dihate darizandin hate berdan. -
Îadekirina Taşdemîr li Hambûrgê hate protestokirin
Çalakgera jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr ji aliyê Norwecê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ev teslîmkirin li Hambûrgê hate protestokirin. -
Li Brûkselê teslîm kirina Taşdemîr hate şermezarkirin
Norwêçê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestîr Tirkiyê kir. Li paytexta Belçîkayê Brûkselê ev bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Nûjiyan navê jiyana nû bû..
Nûjiyan ku li ser şopa xaltiya xwe Çîçek Botan çûyî bi xwîşka xwe re tevlî nav refên gerîla dibe. Nûjiyan ku di dilê hevalên xwe de cih digire bû navê jiyana nû..