Dayikên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe li hev civiyan

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe li hev civiyan yê ku di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 695’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalakgeran pankarta “Kujer diyar in winda li ku ne?” û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan, malbata Ferhat Tepe, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de  de ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de hat destgîrkirin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin edalet xwestin.

DAYÎK Û BAVÊ WÎ AXIVÎN

Bavê Ferhat Tepe, Îshak Tepe, di çalakiyê de axivî û got: “Kurê min berî 25 salan hat winda kirin, lê hîna jî birîna me pir teze ye. Kesên kurê min winda kirin, di nava dewletê de tên girtin. Me navê hemû kesên berpirs yek yek par ve kirin. Yek ji van jî Tuggeneral Taha Korkmaz ê li Tugaya Tetwanê cih digirt bû. Korkmaz hîna jî li derve ye û li Stenbolê dijî. Wê demê Bînbaşî Cem Ersever hebû. Yek ji damezrînerên JÎTEM’ê bû. Me ji bo van kesan serî li Wezaret Dadê da, lê ligel vê yekê ji bo me gotin ‘Rêxistinek wisan tuneye.’ Niha dewletê bi xwe derbarê wê rêxistinê de lêpirsîn daye destpêkirin. Ji ber ku destê dewletê di nav cinayetan de heye, lêkolîn nake. Pismanê Ferhat jî bi heman awayî dest bi xebata rojnamegertiyê kir. Li şûna kurê min nûçegihantî kir. Di pirtûka bi navê ‘Ferhat’ de gotibû ku ‘ezê pênûsa te li erdê nehêlim.’ Sadettîn jî di sala 1995’an de li qereqola Bedlîsê hat kuştin. Derbarê wan polîs û midûryetên polîsan de jî, tu lêpirsîn nedan destpêkirin. Gelo em ê çawan baweriya xwe dewletê bînin? Ji ber ku ez li aqûbeta kurê xwe geriyam û min got berpirs dewlet e, derbarê min de doz vekirin. Lê sûcdarên rast hîna jî tên parastin.”   

Dayîk Zubeyde Tepe jî, da zanîn ku weke roja dest pê kê êşa wê teze ye. Tepe bang li kesên ew mehkûmê qadan kirin, kir û got: “Di hundirê min de birîna 25 salan a bi xwîn dibe, heye. Ne roj roja min e û ne jî şev şeva min e.” Tepe, bertek nîşanî sazî û dezgehên medya alîgir jî da û wiha bilêv kir: “Gelo ji bêdengmayîna xwe şerm nekirin? Nexweş bi birîna xwe dizanin. Ez dixwazim kujerên kurê min bên darizandin.”

Daxuyaniya vê heftê ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan da û wiha got: “Hemû serlêdanên malbatê bêyî ku tu hincetê nîşan bidin, hatin redkirin. Em ê tu carî hinceta derbasbûyîna demê qebûl nekin û em ê lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo Ferhat Tepe bidomînin.”