Norweç li Toûloûseyê hate protestokirin

Radestkirina aktivîsta Kurd Gilîzar Taşdemîr a ji aliyê Norweç a Tirkiyeyê li bajarê Toûloûse ya Frnasayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Ji aliyê kolektîfa piştgirî ya li gelê Kurd a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toûloûse ku di nav de partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hene çalakiyek hate lidarxistin û radestkirina siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr a Tirkiyeyê protesto kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Jean Jaûres saet 18:30’an pêk hat de, hate destnîşankirin ku radestkirina Taşdemîr a ji aliyê Norweç a Tirkiyeyê sostetekî hiqûqî ye û sûcê mirovahiyê ye.

Di çalakiyê de hate gotin ku ji jiyana Taşdemîr Norweç berpirs e, hate bibîrxistin ku şoreşgerê Tirkiyeyî Tûrgût Kaya li Yewnanîstanê rehîn hatiye girtin. Hate xwestin ku divê bi lezgîn Kaya bê berdan.