TJA: Pergala nû nîşan dide ku AKP çendî ji jinê dûr e

TJA’yê got, ‘’Biryara yekkirina Wezareta Polîtîkaya Malbat û Civakî û Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî nîşan daye ku AKP çendî ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan dûr e’’.

TJA’yê li ser yekkirina Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî û ya Xebatê û Ewlehiya Civakî got, ‘’Nîşan daye ku AKP çendî ji têkoşîna azadiyê ya jinan dûr e.’’

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi domdarî got, ‘’AKP ji dema ku hatiye ser desthilatê li qadên xebatê yên têkildarî jinan bi polîtîkayên xwe tim weknehevî geştir kiriye, rêyên desteserkirina destkeftiyên têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan zêdetir kiriye.’’

TJA’yê herî dawî bang kir ku têkoşîna jinê li hemû qadên jiyanê were geşkirin, polîtîkayên rejîma yek destî ya AKP’ê şermezar kir û ji saziyên jinan, şexsan xwest ku têbikoşin û hev bigirin.