Nûjiyan navê jiyana nû bû..

Nûjiyan ku li ser şopa xaltiya xwe Çîçek Botan çûyî bi xwîşka xwe re tevlî nav refên gerîla dibe. Nûjiyan ku di dilê hevalên xwe de cih digire bû navê jiyana nû..

Nûjiyan Botan (Azîme Acet ) ku 1994’an li Cizîrê ya Şirnexê hatî dinê, zaroya malbateke niştimanperwerd e. Nûjiyan ku gelek zext û zordariya dijmin hatî, hê di zaroktî de serî li dijmin radike û pergala mêtinger red dike. Nûijyan ku her demê têdikoşî navê Apo bihîstibû. Xaltî û apê wê di nav tevgera PKK’ê de bûn. Nûjiyan dema ku di televizyonê de gerîla dibîne dicoşe, bi hijmetkarî li wan dinere.

Lêgerîna Nûjiyan bi mezinbûna wê re mezin dibe. Ji malbatê gelek kes dibin gerîla. Xeyala zaroktiyê ya Nûjiyan jî ew e ku biçe çiyan, di rêça xaltî û apê xwe de bimeşe û çekê hilde. Lê Nûjiyan tê zewicandin. 4 salan zewicî dimîne, dîsa jî têkoşîna siyasî didomîne. Ev 4 sal bi wê mîna sedsalekê tê. Hewl dide bide pey xeyalên xwe. Nûjiyan ku di nav jiyanê de gelek zehmetiyan dibîne ji ya xwe nayê xwar û dîsa bi pêş ve gava xwe dide ber xwe. Êdî dawiya rê hatiye. Bi ronkahî, hêvî û serfiraziyê bi pêş ve diçe. Piştî ku demeke dî xebatan dike bi xwîşka xwe re 2014’an berê xwe dide çiyayê Kurdistanê.

ÇAVÊN WÊ YÊN HÊVÎDAR DILÊ MIROV XWEŞ DIKIR

Nûjiyan û xwîşka wê Hêvîjan piştî ku di ser Gabarê re tevlî nav gerîla dibe perwerdehiya xwe ya şervaniyê li Bestayê dibîne. Hevrêyên wê wiha behs dikin: ‘’Piştî perwerdehiyê Nûjiyan demekê li Bestayê dimîne. Ew êdî gihabû xewnên xwe. Xaltiya wê Çîçek Botan bi salan li Botanê mabû. Li hemû şiverêyan, çiya û deştan şopên wê hebûn. Nûjiyan zû hînî çiya bû û bi çalakî xabat kir.

Berpirsyariya çiyê, bi hevrêtiya xwe ya dilgerm, paqij û jidil bandora li ser hevrêyên xwe dikir. Di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiribû. Çavên wê yên hêvîdar dilê mirov xweş dikir. Bi helwest, kelecanî û zindîbûna xwe teoriya ‘nabe’ pûç kiribû. Çi tiştê ku dest diavêtiyê pêk dianîn. Hîç ne negatif bû.’’

JI HEMÛ HEVALÊN XWE RE BÛ MÎNAK

Hevrêyên wê gotin Nûijyan beriya xwe li hevalên xwe difikirî û domandin: ‘’Her roj bi rojê re ji nû ve çêdibû. Carinan dema ku em pê re diçin ser peywirê bi rê de em diaxivîn. Pir dixwest rêbertî nas bike. Di Nav pratîkê de jî wext didît ku bixwîne û wan bi me re par ve bike. Carinan nakokî bi me re çêdikir da ku em baştir serwext bibin. Wek navê xwe nûjiyan bû…’’

Hevrêyên wê dibêjin ew di xeta Bêrîtan de dimeşiyan, bal kişandin ser hîperaktîvbûna w, ‘’Hîç ranediwestiya. Dema ku karek çêdibû di cih de radibû ser xwe û her kes bi xwe re radikir. Dema ku diçû ser kar barê giran ê wê bû. Vîna wê qeyîm bû. Hemû hevalên wê ew ji xwe re dikirin mînak. Kenekî wê hebû nedihate gotin, rih dida jiyanê û bi kene xwe deng bi çiyan dixist. Dema ku rexne dikir hevalên xwe berz dikir. Rêber Apo dibêje, ‘’Hevrê ew e ku serê hevrêyê xwe dihilde ezmanan’’. Nûjiyan jî wiha bû.’’

XWE DABÛ RÊYA HEQÎQETÊ

Hevrêyeke wê ya dî dibêje gerîla Nûjiyan li ser xeta jinê kûr bûbû û domand, ‘’Dema ku mirov lê dineri hevala Bêrîta bi bîra min dianî. Her demê rexta wê li ser bû û çeka wê li ber serê wê bû. Xewsivik bû, sibehan beriya me hemûyan radibû. Qada Botan dijwar e.

Nûjiyan bi van dijwariyan gihabû û bêhtir xwe bi heqîqetê ve jiandibû. Dema ku diçû ser peywira xwe pêşî li derdorê seh dikir û li pêş diçû, rê kontrol dikir. Piştre bang li hevrêyên xwe dikir. Nûjiyan xwe dabû ser rêya heqîqetê. Vîna wê xurt bû û li ser îdeolojî û felsefaya rêbertî xweş pêş xistibû.’’

Gerîla Nûjiyan 29’ê Mijdara 2016’an dema ku artêşa Tirk Cûdî bombe kirî jiyana xwe dest da.