Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê de girt

Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê ya Amedê de girt.

Polîsên Tirk bi ser bûroya Ajansa Jinan JIN NEWS’ê ya Bexlar Amedê de girt. Şevê dî saet 00.00’an polîs hatin bûroyê, ji bo ku kes li bûroyê nebû vegeriyan.

Berê sibehê saet 04.00’an polîsan dîsa bi ser bûroyê de girt. Derî şikandin û ketin hundirê bûroyê. Hemû ode li bin guhê hev xistin. Polîsan dest li ser kompîtirên ajansê danîn. Nayê zanîn bê ka bi çi sedemê bi ser bûroyê de girtine.

Parêzerên ajansê derbarê mijarê wê gilih li dozgeriyê bike.